Ez nikarim koda QR-ya xwe bigerim

Eger tu nikarî Koda QR a raberkirî sken bikî, ku amûra te Android be, dikarî eSIM'ê bi nivîsandina destî ya hûrgiliyên sazkirina eSIM'ê saz bikî.  Ji bo amûrên iOS, tu dikarî şêwaza Rasterast ji bo sazkirina eSIM'ê li heman amûrî yan şêwaza destî bibijêrî. Eger tu vedibijêrî, dikarî bi şopandina qonaxên xwarê sazkirina eSIM'ê bi awayê destî bidomînî: Li ser iOS'ê:

  1. Ji bo peydakirina hûrgiliyên Sazkirina Destî bi rêya sepan an malperê here My eSIMs.
  2. Biçe bo Settings li amûra xwe
  3. Here Cellular/Mobile
  4. Cellular/Mobile Plan zêde bike
  5. Enter Details Manually bibijêre. Ji we tê xwestin ku têkevin:
    • SM-DP+ Address
    • Koda Çalakkirinê
    • Koda Piştrastkirinê (eger hebe)
  1. TeSIM'a xwe li Cellular/Mobile Plan çalak bike
  2. eSIM'a xwe ji bo Cellular/Mobile data bibijêre
  3. Data Roaming çalak bike (Ji kerema xwe xetê xwe yê sereeke neçalak bike da ku pêşî li lêçûna roamîngê ji aliyê raberkera kompaniya telekoma xwe li derveyî welêt bigirî)
  4. Eger hewce yeAPN'ekê(access point name) li ser amûra xwe eyar bike. Eger eyarkirinên APN'ê ji bo eSIM3a te hewce bin, dikarî hûrgiliyên APN'ê li hûrgiliyên sazkirina eSIM'ê bibînî

Di Android'ê da:

  1. Here teba eSIM'ên Min ji bo peydakirina hûrgiliyên Sazkirina Destî bi rêya sepan an malperê.
  2. Biçe bo Settings li amûra xwe
  3. Bitepîne ser Network & Internet
  4. Aykona Addli kêleka Mobile Networkbitepîne
  5. Dema ku ji te hat pirsîn ku "Te SIM card'ek tineye?" Next bitepîne
  6. Bitepîne ser Enter Code Manually. Ji te dihê xwestin ku zanyariyên koda QR'ê (SM-DP+Adress) ya heyî li taba sazkirina Destî li rûpela sazkirina eSIM'a xwe binivîsî.
  7. eSIM'a xwe li beşa Mobile Network çalak bike
  8. Mobile Data çalak bike
  9. Data Roaming çalak bike (Ji kerema xwe xetê xwe yê sereeke neçalak bike da ku pêşî li lêçûna roamîngê ji aliyê raberkera kompaniya telekoma xwe li derveyî welêt bigirî)
  10. Eger hewce yeAPN'ekê(access point name) li ser amûra xwe eyar bike. Eger eyarkirinên APN'ê ji bo eSIM3a te hewce bin, dikarî hûrgiliyên APN'ê li hûrgiliyên sazkirina eSIM'ê bibînî

Eger pirseke te heye, ji kerema xwe bi piştevaniyê ra têkilî dayîne.  

Pirsên têkildar

Mijarên din

Hîn alîkariyê dixwazî?

Têkilî digel me dayîne û tîma meya piştevaniya mişteriyan di kêliyekê da dê digel te têkilî dayîne.
Peyamekê bo me bişîne
Copyright Airalo © 2021
  • x