Ez çawa dikarim bi bikaranîna eSIM'a Airalo'yê li ser amûra iOS dest ragihînim înternetê?

Eger piştî sazkirinê kêşeya te di girêdana eSIM'a Airealo'ya xwe bo înternetê li amûra iOS hebû, ji kerema xwe piştrast bibe ku te qonaxên Destragihîştina Datayê ji bo eSIM'a xwe tevav kirine.

Tu dikarî wan li hesabê xwe yê Airalo'yê bibînî:

  1. Sepana Airalo'yê VEKE.
  2. BITEPÎNE SER My eSIMs.
  3. BITEPÎNE sereSIM'a ku dixwazî saz bikî.
  4. BITEPÎNE SER View Instructions.
  5. Bi dû destûrkarên Access Data (Destragihîştina Datayê) BIGERE.

Berîya domandina qonxên xwarê, piştrast bike ku hêla eSIM'ê ÇALAK e û ji bo dataya mobaylê/telefona destan hatiye bijartin.

  1. HERE Settings.
  2. BITEPÎNE ser Cellular or Mobile.
  3. BITEPÎNE ser eSIM'axwe.
  4. PIŞTRAST BIBE ku eSIM çalak e. Eger na, wê ÇALAK BIKE.
  5. BITEPÎNE ser Cellular or Mobile Data û eSIM'a xwe bibijêre.

Girêdan li Networka Piştgirîbûyî:

  1. HERE Settings.
  2. BITEPÎNE ser Cellular or Mobile.
  3. BITEPÎNE ser eSIM'axwe.
  4. BITEPÎNE ser Network Selection.
  5. Bijardeya AutomaticNEÇALAK BIKE.
  6. Networka diyarkirî li zanyariyên Access Data ya eSIM'a xwe bibijêre.

Eyarkirinên APN'ê bi roj bike (eger pêwîst e):

Bi vekirina sepana Airalo'yê û dîtina destûrkarên eSIM'a xwe SEH BIKE bê ka hewcetî bi serrastkirinaAPN'êheye an na.

  1. HERE Settings.
  2. BITEPÎNE ser Cellular or Mobile.
  3. BITEPÎNE ser eSIM'axwe.
  4. BITEPÎNE ser Cellular or Mobile Data Network.
  5. APN'ê li xaneyê APN BINIVÎSÎNE.
  6. Xaneyên din vala BIHÊLE.
  7. BITPÎNE ser Reset Settings eger ku APN automatîk were eyarkirin.

Roamînga Datayê çalak bike (eger pêwîst e):

Bi vekirina sepana Airalo'yê û dîtina destûrkarên eSIM'a xwe SEH BIKE bê ka hewce ye ku Roamînga Datayê li amûra xwe çalak bikî.

  1. HERE Settings.
  2. BITEPÎNE ser Cellular or Mobile.
  3. BITEPÎNE ser eSIM'axwe.
  4. Roamînga Datayê BIGUHERÎNE bo ÇALAK an NEÇALAK.

Piştî pêkanîna durist a destûrkarên jor eSIM'a te ya Airloyê divê serkeftî li Înternetê were girêdan. Eger hewcetiya te bi alîkariya zêdetir heye, ji kerema xwe digel tîma me ya piştevaniyê têkilî dayîne, û em ê kêfxweş bibin ku alîkariya te bikin.

Pirsên têkildar

Mijarên din

Hîn alîkariyê dixwazî?

Têkilî digel me dayîne û tîma meya piştevaniya mişteriyan di kêliyekê da dê digel te têkilî dayîne.
Peyamekê bo me bişîne
Copyright Airalo © 2021
  • x