Dema ku tu eSIM'ekê saz dikî, tu yê peyameke piştrastkirinê li sepana Airalo'yê bibînî ku eSIM'a te serkeftî hatiye sazkirin. Ev peyam li destûrkarên sazkirina eSIM'a têkildar dixuye.
Di vê nivîsarê da em ê pirsên xwarê bibersivînin:
- Çima ez nikarim eSIM'a sazkirî li ser amûra xwe bibînim?
- Ez çawa dikarim pêşî li nasnekirina eSIM'a xwe ya sazkirî bigirim?
- Ji bo naskirina eSIM'a xwe ya sazkirî dikarim çi karekî bikim?
Çima ez nikarim eSIM'a sazkirî li ser amûra xwe bibînim?
Carinan, dibe ku kêşeya te di naskirina eSIM'a têkildar li ser amûra xwe hebe. Eva dikare ji ber çend sedeman biqewime:
- eSIM'a têkildar xwedan labelekê ye ku tu nas nakî, weke "Kesane", "Duyemîn", "Kar" yan jî "Rêwîtî".
- Li ser amûra te çend eSIM'ên sazkirî bi labelên wekhev hene.
- eSIM'a têkildar ji amûra te hatiye jêbirin.
Girêdayî bi sedemê, qonaxên cûrbicûr yarmetiya te ji bo naskirina eSIM'a guncan dike.
Ez çawa dikarim pêşî li nasnekirina eSIM'a xwe ya sazkirî bigirim?
Em hertim şîret dikin ku eSIM'a xwe li cihê sazkirinê labeldar bikî.
- Navekî taybet bibijêre ku bi hêsanî were naskirin, weke welat an navçe ji bo eSIM'ê (wek mînak "Fransa" yan "Ewropa").
- Di hin nimûneyan da, destnîşankirina welat an navçeya ku sîvana eSIM'ê dabîn dike, li labelê sûdmend e.
- Ji bilî vêya, eSIM'a xwe heta dema ku tevav piştrast nebûyî ku êdî hewcetiya te bi bikaranîna wê tuneye, jê nebe.
Ji bo naskirina eSIM'a xwe ya sazkirî dikarim çi karekî bikim?
Ji bo naskirina eSIM'a sazkirî, divê ICCIDya eSIM'a têkildar bizanî.
ICCIDyek yan jî Naseya Karta Xeleka Kokirî, naseyeke taybet e ku ji her eSIM'ekê ra hatiye terxankirin. Ew ji 18 heta 22 reqeman pêk hatiye. Ji bo peydakirina ICCIDya eSIM'a têkildar, babetên xwarê bi cih bîne:
-
Li sepana Airalo'yê here ser eSIM'ên Min.
-
Biçe ser eSIM'a têkildar.
-
"ICCID"yê û hejmara têkildar ku li eSIM'ê hatiye pêristkirin, peyda bike.
Her wiha tu dikarî ICCIDyê ji HÛRGILÎ ya eSIM'a têkildar peyda û kopî bikî.
Dema ku te ICCID peyda kir, divê hejmarê digel eSIM'ên sazkirî li ser amûra xwe hevrû bikî. Ji kerema xwe haya te hebe, ji bo dîtina ICCIDyê bêyî berçavgirtina amûra te, divê eSIM'a têkildar were çalakkirin.
Ji bo amûrên iOS:
Here Settings > General > About û skrol bike da ku eSIM'ên çalak ên pêristkirî bibînî.
Ji bo amûrên Samsung:
Here Settings > About phone/device > Status/phone identity > Network > SIM card û li hûrgiliyên ICCIDyê bigerre.
Ji bo amûrên Pixel:
Here Settings > About Phone > SIM Status û li hûrgiliyên ICCIDyê bigerre.
Eger çend eSIM li ser amûra te hene, dibe ku pêwîst be her eSIM'ekê bi awayê destî çalak bikî û qonaxan dubare bikî heta wê demê ku eSIM'ê digel ICCIDyê sazgar bikî.
Eger te hîn nekariye ICCIDyeke sazgar peyda bikî, dibe ku eSIM'a têkildar ji amûra te hatibe jêbirin. Ji hêla din va, dibe ku tu tûşî hin pirsgirêkan bûbî ku di pêvajoya sazkirinê da alozî pêk aniye. Bi her awayî, ji kerema xwe ji bo wergirtina yarmetiyê digel tîma me ya piştevaniyê têkilî dayîne.
Eger pirseke te heye yan hewcetiya te bi alîkariya pirtir heye, tîma me ya piştevaniyê bi awayê 24/7 li ber dest û amade ye — em kêfxweş in ku alîkariyê didine te.