Airalo çawa mewqiya min a cihî bi kar tîne?

Wek bikarênerekî Airalo'yê, te ev bijarde heye ku mewqiya xwe ya cihî digel Airalo'yê parve bikî — tu dikarî destûrên mewqiya cihî her awayê ku dixwazî çalak û neçalkak bikî.

Dema ku çalak be, Airalo mewqiya te ya cihî ji bo raberkirina peyamên biwext û têkildar bi kar tîne ku ezmûna te ya kirîn û bikaranîna eSIM'ê baştir dike. Dema neçalak be, Airalo bi ti awayî nikare mewqiya te ya cihî bi kar bîne yan jî bişopîne.

Dema ku ez mewqiya xwe ya cihî digel Airalo'yê parve dikim, çi danezanan werdigirim?

Airalo mewqiya te ya cihî ji bo şandina cûreyên peyamên biwext û têkildar bi kar tîne, di nav da:

  • Peyamên bixêrhatinê – Dema ku tu diçî welatekî nû, em hin peyaman ji bo piştrastkirina gihîştina te li meqssedê dişînin.

  • Pêşniyazên reklamê — Hinek ji reklamên me ji bo deverên taybet tên şandin, dibe ku li gorî mewqiya xwe ya cihî daşkandinê wergirî.

  • Bîrhêner — Li hinek ji navendên rêwîtiyê, weke balafirgehan, em hin peyaman dişînin da ku bînin bîra te ku ji bo rêwîtiyên din eSIM'ekê bikirî.

  • Peyamên piştevaniyê — Hinek pirsgirêkên piştevaniyê dibe ku têkildarî mewqiya cihî ya te bin, em mewqiya cihî ya te ji bo alîkariya di lezandina çareserkirina pirsgirêkan da bi kar tînin.

Ji kerema xwe haydar be, ji bo hinek ji van peyaman hewce ye ku hertim mewqiya xwe ya cihî digel Airalo'yê parve bikî.

Ez çawa dikarim mewqiya xwe ya cihî digel Airalo'yê parve bikim?

Girêdayî bi amûra xwe, tu dikarî mewqiya xwe ya cihî bi şêwazên cûrbecûr di gel Airalo'yê parve bikî, bi çend astan ji destûrên cihî.

Ez çawa dikarim mewqiya xwe ya cihî li amûrên iOS parve bikim?

Dema ku tu sepana Airalo'yê vedikî, dibe ku daxwazek ji bo parvekirina mewqiya xwe ya cihî wergirî.

Ji bo çalakkirina van destûrên cihî ji bo amûrên iOS, bijardeya “Allow While Using App” bibijêre. Piştre dê ji te were pirsîn ku gelo tu dixwazî ku hertim mewqiya xwe ya cihî parve bikî. Heke dixwazî vê yekê çalak bikî, bijardeya “Change to Always Allow” bibijêre.

Heke tu parvekirina mewqiya cihî ji van daxwazan nav-sepanê çalak nakî, dikarî bi pêkanîna qonaxên xwarê, parvekirina mewqiya xwe ya cihî ji eyarkirinên xwe bibijêreî.

  1. Biçe Settings > Airalo > Location.
  2. Bijardeya "Always" di bin "ALLOW LOCATION ACCESS" da bibijêre. 

Heke tu destûrên mewqiya xwe ya cihî li sser "Dema bikaranîna sepanê" eyar bikî, dibe ku danezanên li gor cihekî taybet wernegirî.

Ez çawa dikarim mewqiya xwe ya cihî li amûrên Android parve bikim

Dema ku tu sepana Airalo'yê vedikî, dibe ku daxwazek ji bo parvekirina mewqiya xwe ya cihî wergirî.

Ji bo çalakkirina van destûrên mewqiya cihî ji bo amûrên Android, bijardeya “While using the app” bibijêre. 

Heke tu parvekirina mewqiya cihî ji van daxwazan nav-sepanê çalak nakî, dikarî bi pêkanîna qonaxên xwarê, parvekirina mewqiya xwe ya cihî ji eyarkirinên xwe bibijêreî:

  1. Biçe Settings > Apps > Airalo > Permissions > Location.
  2. Bijardeya “Allow only while using the app” bibijêre.

Ji kerema xwe haya te jê hebe, Airalo vê demê nahêle ku bikarênerên Android hertim mewqiya xwe ya cihî parve bikin.

Ez çawa dikarim parvekirina mewqiya xwe ya cihî digel Airalo'yê rawestînim?

Ji bo rawestandina parvekirina mewqiya xwe ya cihî tev Airalo'yê, girêdayî bi amûra xwe divê hin qonaxan derbas bikî.

Ez çawa dikarim parvekirina mewqiya xwe ya cihî li amûrên iOS rawestînim?

Ji bo rawestandina parvekirina mewqiya xwe ya cihî li amûrên iOS, qonaxên xwarê bişopîne:

  1. Biçe Settings > Airalo > Location.
  2. Bijardeya “Never” di bin "ALLOW LOCATION ACCESS" da bibijêre.

Ez çawa dikarim parvekirina mewqiya xwe ya cihî li amûrên Android rawestînim?

Ji bo rawestandina parvekirina mewqiya xwe ya cihî li amûrên Android, biçe Settings > Apps > Airalo > Permissions > Location > Don't allow.

Eger pirseke ta ya zêdetir heye yan hewceyî alîkariyê yî, ji kerema xwe têkilî dayîne. Tîma me ya piştevaniyê bi awayê 24/7 hazir e û hertim kêfxweş dibe ku alîkariya te bike.

Pirsên têkildar

Mijarên din

Copyright Airalo © 2021
  • x