Ez çawa seh bikim ku gelo amûra min a Android'ê piştevaniya eSIM'ê dike?

Eva ku gelo amûrek digel eSIM'ê sazgar e an na, girêdayî bi vêya ye ku çêkerê eSIM'ek li amûrên xwe bi cih kiribe. Ji ber vê yekê ji bo kontrolkirina hêsan navnîşek a cîhazên eSIM-lihevhatî heye.

Bi vî halî, hin babet hene ku amûrek teknolojiya eSIM'ê piştevanî nake, heta eger wek xwedan qabiliyeta eSIM'ê hatibe lîstekirin. 

Android sîstemeke operasyonê ya çavkanî-vekirî anku 'open-source' e, wateya wê ev e ku her çêker an kompaniya telekomê ya telefona mobayl dikare wê siparişî bike. Li hin welat û navçeyan dibe ku hin modelên bêyî qabiliyeta eSIM'ê werin belavkirin. An jî kompaniya telekomê ku te amûra xwe ji wê kiriye, dibe ku taybetmendiya eSIM'ê çalak nekiribe.

Ji bo sehkirina vêya ku gelo amûra te ya Android piştevanî ji teknolojiya eSIM'ê dike an na, qonaxên li xwarê bişopîne. Ji kerema xwe bizane ku qonax dibe ku ji bo amûra te bi cih bihên an neyên. Rêya herî baş ji bo piştrastkirina qabiliyeta eSIM'ê hîn jî bi rêya çêkera amûrê, firoşyar an jî kompaniya te ya telekomê ya sereke ye.

Ji bo amûrên Samsung Galaxy:

  1. Sepana Settings VEKE, piştra BITEPÎNE SER Connections.
  2. BITEPÎNE SER SIM Manager.
  3. Eger Add eSIM destragihîştî be, îhtimalen amûra te ji eSIM'ê piştgirî dike.

Ji bîr mekin ku hûn bi peydaker an çêkerê cîhaza xwe re têkilî daynin da ku piştrast bikin ka gavên jorîn ji bo cîhaza we gengaz in.  

Ji bo amûrên Google Pixel:

  1. sepana Mîhengên VEKE, paşê TAP Tora & Înternetê.
  2. BITEPÎNE SER + sign beside SIMs.
  • Eger rûpela girêdana bi networka telefona mobayl xwedan bijardeya "eSIM'ekê li dewsê daxîne?" anku ""Download a SIM instead?"" ye, amûra te xwedan qabiliyeta eSIM'ê ye.

Ji bîr mekin ku hûn bi peydaker an çêkerê cîhaza xwe re têkilî daynin da ku piştrast bikin ka gavên jorîn ji bo cîhaza we gengaz in.  

Ji bo cîhazên din ên Android:

  1. Hejmara *#06# BIGIRE û bişkoka têkilîdanînê bipelîne.
  2. Eger amûra te digel eSIM'ê sazgar e anku eSIM-pejir e, divê bikarî hejmara naskirinê ya yekane (EID) a eSIM'a xwe amûra xwe bibînî. 

 

Ji bo ku eSIM-ê bikar bîne divê cîhaza we jî ji hêla hilgir-vekirî be. Ev vê derfetê dide te ku çend SIM card/eSIM'an ji operatorên cûrbicûr bi kar bînî. Van qonaxan bişopîne da ku sseh bikî bê ka amûra te ya Android kilîlvekirî anku unlock e an na. 

  1. SIM card'a amûra xwe rake.
  2. SIM card'ê digel SIM cardeke din ji kompaniyeke din a telekomê dewsgir bike. 
  3. Niha tu dikarî bibînî ku navê kompaniya telekomê li jora şaşeya te ya sereke hatiye guhertin.
  4. Niha têkiliyeke telefonî çê bike.

Eger têkillî çê bû, kilîka telefona te vekirî ye. Eger vê demê nikarî têkilîya telefonî pêk bînî, telefon li ser yekem kompaniya telekomê hatiye kilîlkirin. Di vê kêliyê da dibe ku tu danezanekê li ser şaşeyê bibînî ku dibêje telefon kilîkkirî (locked) ye.

Ji bîr neke, eger hîn tu piştrast nînî, ji bo piştrastkirina qabiliyeta eSIM'ê digel çêkera amûrê, firoşyar an kompaniya xwe ya telekomê ya sereke têkilî dayîne. 

Eger pirseke te heye, ji kerema xwe digel piştevaniyê têkilî dayîne, û em ê kêfxweş bibin ku alîkairya te bikin!

Pirsên têkildar

Mijarên din

Hîn alîkariyê dixwazî?

Têkilî digel me dayîne û tîma meya piştevaniya mişteriyan di kêliyekê da dê digel te têkilî dayîne.
Peyamekê bo me bişîne
Copyright Airalo © 2021
  • x