eSIM'ê Xêrhatinê ya Belaş Çi ye?

Free Welcome eSIM pêşniyazeke reklamê ye ku pêkhatî ji pakêteke belaş a eSIM'ê ji bo meqsedên bijartî ye. Ev pêşniyaz ji bo alîkariya bo bikarênerên nû ji bo destpêkirina xebata digel Airalo'yê û girêdana bi eSIM'ê ji bo cara yekem hatiye liberçavgirtin.

Di vê nivîsarê da tu yê bersiva pirsên xwarê bibînî:

  • Kî dikare eSIM'a Xêrhatinê ya Belaş anku eSIM'a Xêrhatinê ya Belaş wergire?
  • Kîjan meqsed di bin sîvana eSIM'a Xêrhatinê ya Belaş in?
  • Ez çawa dikarim eSIM'eke Xêrhatinê ya Belaş wergirim?
  • Ez çawa dikarim eSIM'eke Xêrhatinê ya Belaş a xwe bi kar bînim?

Kî dikare eSIM'a Xêrhatinê ya Belaş bi kar bîne?

Ji bo wergirtina eSIM'a Xêrhatinê ya Belaş divê şert û mercên xwarê dabîn bikî:

  • Te ji bo hesabekî Airalo'yê xwe tomar kiriye.
  • Te ti kirrînek li Airalo'yê pêk neaniye.

Tu li eSIM'eke Xêrhatinê ya Belaş sînordar î. Eger eSIM'eke belaş ji bo meqsedekê wergirî, nikarî pêşniyazê ji bo meqseda din bi kar bînî.

Her wiha, eger tu eSIM'eke Xêrhatinê ya Belaş wergirî, nikarî koda lêvegerê ji bo daşikandinê bisepînî. Tevî vêya, tu dikarî danasîna hevalên xwe bidomînî û ji bo kesên ku bi Airalo'yê dikirrin, Airmoneyê wergirî.

Kîjan meqsed di bin sîvana eSIM'a Xêrhatinê ya Belaş in?

eSIM'a Xêrhatinê ya Belaş vê demê ji bo meqsedên xwarê li ber dest e:

  • Yûnan
  • Portegal
  • Spanya

Hûrgiliyên pakêtê, weke qasa dataya raberkirî yan heyama derbasdariyê, dikare ji bo her meqsedekê cihêwaz be. 

Ez çawa dikarim eSIM'eke Xêrhatinê ya Belaş wergirim?

Ji bo wergirtina eSIM'eke Xêrhatinê ya Belaş, hewcetiya te bi hesabekî Airalo'yê heye. Tu dikarî bi bikaranîna sepan an malpera Airalo'yê ji bo hesabekî tomar bikî. 

Dema ku têkevî nav hesabê xwe, babetên xwarê bi cih tînî:

  1. Here Firoşgehê û li ser xaneyê ku dibêje "Ez çawa eSIM'a xwe ya belaş wergirim" bitepîne.
  2. Bitepîne yan klîk bike ser Dîtina Meqsedên Derbasdar.
  3. Meqseda ku dixwazî sîvana wê hebe bibijêre.
  4. Bitepîne yan klîk bike ser NIHA BIKIRRE ji bo eSIM'a Xêrhatinê ya Belaş — eger hebe, ew dê yekem pakêta eSIM'ê be.
  5. Hûrgiliyên eSIM'ê venihêre, piştra bitepîne yan klîk bike ser KIRRÎN > TEVAVKIRINA SIPARÎŞÊ.

Dema ku te siparîşa xwe tevav kir, dê eSIM'a Xêrhatinê ya Belaş li eSIM'ên Min li ber dest be.

Ez çawa dikarim eSIM'a Xêrhatinê ya Belaş a xwe bi kar bînim?

Ji bo bikaranîna eSIM'a xwe Xêrhatinê ya Belaş, divê destûrkarên sazkirin û çalakkirinê bişopînî. 

  1. Ji bo eSIM'a Xêrhatinê ya Belaş here eSIM'ên Min > Hûrgilî.
  2. Li ser Dîtina Destûrkaran bitepîne yan klîk bike.
  3. Şêwaza xwe ya vebijartî bibijêre — Rasterast, Koda QR, yan destî.
  4. Destûrkaran bi baldarî bixwîne û bişopîne — piştrast bibe ku di heyama pêvajoya sazkirinê da, girêdana te ya înternetê ya mayînde heye.

Piştî sazkirina eSIM'ê, ji bo girêdana li networkeke xwecihî li meqseda xwe destûrnameyê bişopîne.

Eger hewcetiya te bi dataya zêdetir heye, dikarî bi rehetî eSIM'a xwe ya Xêrhatinê ya Belaş şarj bikî. Ji bo destûrkarên gav-bi-gav li ser çawanîya şarjkirina eSIM'ê, ji kerema xwe serdanaEz çawa eSIM'ê şarj bikim? bike.

Eger pirseke te heye yan hewcetiya te bi alîkariyê heye, ji kerema xwe di têkiliyê da be. Tîma me ya piştevaniyê bi awayê 24/7 hazir e û hertim kêfxweş dibe ku alîkariya te bike.

Pirsên têkildar

Mijarên din

Hîn alîkariyê dixwazî?

Têkilî digel me dayîne û tîma meya piştevaniya mişteriyan di kêliyekê da dê digel te têkilî dayîne.
Peyamekê bo me bişîne
Copyright Airalo © 2021
  • x