Ez çawa dikarim xwe ji lêçûnên roamîngê di dema xebitandina Airalo'yê de dûr bigirim?

Hegereke sereke ya sûdwergirtina gel ji Airalo'yê ev e ku xwe ji dayîna lêçûnên roamîngê ji aliyê dabînkerên mobayla xwe yên sereke dûr bigirin. Zanyariyên xwarê yarmetiyê didine te ku dema bikaranîna eSIM'ê li derveyî welêt xwe ji lêçûnên roamîngê dûr bigirî.

Lêçûna roamîngê kengî çê dibe?

Lêçûnên roamîngê wî çaxî çê dibin ku rêwîtiya bo derveyî navçeya di bin sîvana heyî di plana mobaylê de dikî. Tu dikarî di gel dabînkera xwe têkilî dayînî da ku bizanibî ka kîjan cih û dever di nava plana te de ne.

Ez çawa dikarim pêşî li lêçûnên roamîngê bigirim?

Eger te SIM'a fîzîkî ji bo plana xwe ya seretayî heye, rêya herî sade ji bo xwedûrkirina ji lêçûnên roamîngê eva ye ku beriya rêwîtiya bo derveyî devera bin sîvana wê, eSIM'ê ji amûra xwe derêxî. Bi vî rengî SIM kart nikare li tu networkekê were girêdan. Eger na, tu dikarî bi eyarkirinên taybet li amûra xwe, xwe ji lêçûnên roamîngê dûr bigirî.

Li vir çeklîsteke lezgîn ji bo pêşîgirtina li lêçûnên roamîngê heye:

  1. Beriya derketina ji devera bin sîvana networkê, moda balafirê çalak bike
  2. SIM'a xwe ya sereke neçalak bike
  3. Heke pêkan be, roamînga datayê ji bo SIM'a xwe ya sereke neçalak bike
  4. Rê li ber pevguhezîna dataya mobayl li amûra xwe bigire

Zêdetir ji eyarkirinên amûrê, babetên xwarê dikarin yarmetiyê bidine te ku pêşî li lêçûnên roamîngê bigirî:

  • Beşa fatûreya dabînkera sereke ya telefona mobayla xwe seh bike da ku bibînî gelo lêçûnên roamîngê li ser te dihêne sepandin an na.
  • Bikaranîna eSIM'ê li sepana Airalo'yê bişopîne da ku piştrast bibî ku datayê bikar tîne.
  • Ji bo têkilî û peyamên ku hewcetî bi networkên telefona mobayl tunene, sepanên weke Telegram, WhatsApp an Signal bi kar bîne.

Ez çawa dikarim moda balafirê çalak bikim?

Çalakkirina moda balafirê — yan moda firrînê — misoger dike ku amûra te bi ti awayî dê li tu networekek telefona mobaylneyê girêdan. Vêya beriya derketina ji devera sereke ya sîvana networka xwe çalak bike da ku piştrast bibî ku SIM'a te li tu networekeke derveyî welêt girêdayî nîne.

Şêwaza çalakkirina moda balafirê li amûrên iOS

  1. Here ser Eyarkirin (Settings).
  2. Moda Balafirê (Airplane Mode) çalak bike

Şêwaza çalakkirina moda balafirê li amûrên Android

  1. Here ser Eyarkirin (Settings).

  2. Network & internet bibijêre.

  3. Moda Balafirê (Airplane Mode) çalak bike

Ez kengî dikarim moda balafirê neçalak bikim?

Heta wê demê ku amadeyî bikaranîna eSIM'a xw nebî, moda balafirê çalak ragire — piştrast bibe ku te SIM'a sereke, roamînga datayê (eger pêkan be) û pevguhezîna dataya telefona xwe ya mobayl neçalak kiriye.

Ez çawa dikarim SIM'a xwe ya sereke neçalak bikim?

SIM'a te ya sereke hema SIM e ku berdewam li mala xwe bi kar tînî — dibe ku eSIM be jî.

Ji bo neçalakkirina SIM'a xwe ya sereke, divê çend eyarkirin û rêkkirinan li amûra xwe pêk bînî.

Em çawa SIM'a xwe ya sereke li amûrên iOS neçalak bikin

1. Here Settings > Cellular.
SIM'a xwe ya sereke bibijêre.
3. Bijardeya Turn On This Line neçalak bike.

Bila haya te jê hebe ku Cellular dibe ku data telefona mobayl ji bo hinek navçeyên taybet be.

Em çawa SIM'a xwe ya sereke li amûrên Android neçalak bikin

1. Here Settings > Network & internet > SIM cards.
2. SIM'a xwe ya sereke neçalak bike.

How can I turn off data roaming for my primary SIM?

Neçalakkirina roamînga datayê misoger dike ku SIM'a te datayê li derveyî qada di bin sîvana xwe de bi kar nayîne. Tu dikarî roamînga datayê bi çend eyarkirinan li amûra xwe neçalak bikî.

Şêwaza neçalakkirina roamînga datayê ji bo SIM'a xwe ya sereke li amûrên iOS

1. Here Settings > Cellular.
2. SIM'a xwe ya sereke bibijêre.
3. Data Roaming neçalak bike.

Bila haya te jê hebe ku Cellular dibe ku data telefona mobayl ji bo hinek navçeyên taybet be.

Gelo ez dikarim roamînga datayê ji bo SIM'a xwe ya sereke li amûrên Android neçalak bikim?

Mixabin bikarênerên Android nikarin roamînga datayê ji bo SIM'eke taybet neçalak bikin — roamînga datayê ji bo hemî SIM'ên ku tên bikaranîn, tê sepandin.

Ji ber ku hin eSIM'an ji bo bikaranînê hewcetî bi roamînga datayê hene, divê piştrast bibî ku SIM'a te ya sereke neçalak e da ku pêşî li lêçûnên roamîngê bigirî.

Eger eSIM'a te ji bo bikaranînê hewceyî roamînga datayê nîne, tu dikarî roamîmga datayê bi pêkanîna karên xwarê neçalak bikî:

1. Here Settings > Network & internet > Mobile network > Roaming
2. Roamîngê ne çalak bike

Ez çawa dikrim pêşî li pevguhezîna dataya telefona mobayl bigirim?

Pêşîgirtin li pevguhezîna dataya telefona mobayl misoger dike ku amûra te navbera SIM'ên heyî ji bo girêdana networkê cîbecî nabe. Ji bo piştrastbûn ji vê yekê ku her carê tenê SIM'ekê bi kar tînî, dikarî çend eyarkirinan rêk bikî.

Şêwaza neçalakkirina pevguhezîna dataya telefona mobayl li iOS'ê

1. Hereb ser Settings > Cellular > Cellular Data
2. eSIM'a xwe ya kirrî wek xetê datayê yê dîfalt bibijêre.
3. Bijardeya Allow Cellular Data Switching ne çalak bike.

Şêwaza neçalakkirina pevguhezîna dataya telefona mobayl li Android'ê

1. Here ser Settings > Network & internet > SIM cards > Mobile data
2. eSIM'a Airalo'yê ya xwe bibijêre.

Eger pirseke te heye yan hewceyî zanyariyên zêdetir î, hertim dikarî digel tîma piştevaniyê ya me têkilî dayînî. Em 24/7 amade ne û hertim kêfxweş dibin ku alîkariyê bidin.

Pirsên têkildar

Mijarên din

Copyright Airalo © 2021
  • x