Dema ku gotin tê ser eSIM'an, Airalo di rêza diduyan da ye. Airalo ku sala 2019an hat damezirandin, yekem firoşgeha eSIM'an di asta cîhanê da bû û heta roja îro firoşgeha herî mezin bûye. Tevî bi sedan hezar bikarênerî, bi dehan hezar venihêrînê û bi sedan welat û navçeyên di bin sîvanê da, me planên herî baş ên eSIM'ê hene. Ji bo ku bizanî bikarêner çi tiştekî têkildarî eSIM'ên Aioralo'yê hez dikin, xwendinê bidomîne!
Çima eSIM?
Vê yekê bisêwirîne: Te telefoneke tam nû heye û niha divê herî firoşgeha xwe ya xwecihî da ku planeke datayê digel SIM Kardeke fîzîkî eyar bikî. Dema te digire, erê? Vêca eger bikarî bi rehetî û ji mala xwe û tenê ji amûrekê xwe bigihînî wê firoşgehê çi?
ha eva rêkarek e ku me dabîn kiriye. Bijardeya daxistina planên datayê di her demekê da (û li her derê) girêdanê hêsantir, guncanbihatir û mayîndetir dike — sê babetên ku em dikarin xwe pê rehet bikin!
eSIM'ek çi ye?
eSIM kurtkiriya bêjeya “embedded subscriber identity module” e. Berovajî SIM Karda fîzîkî, SIM'ên pêvekirî rasterast li amûra te hatine bicihkirin. Wateya vêya ev e ku te azadiya xwe ji bo daxistina planên datayê û guhertina dabînkeran ji sepana Airalo'yê heye.
Li vir hinek ji sûdên bikaranîna eSIM'ê li dewsa SIM Kardên fîzîkî hatine rêzkirin:
- Plana xwe ya datayê bi Kodeke QR daxîne
- Xetê xwe yê sereke di dema destragihîştina bo datayên ser eSIM'a xwe ragire
- Datayan ji eSIM'a xwe bo amûrên din girêbide
- Ji bo destragihîştina hêsan (girêdayî bi amûra te) çend eSIM'an li telefona xwe hilgire
- eSIM'ên xwe bi labelên siparîşî binavîne û organîze bike
- Pêşî li lêçûnên roamîngê bigire — hemî eSIM'ên Airalo'yê ji pêş va hatine peredan û ji aliyê networkên xwecihî va tên piştgirîkirin
Tê Bigihêje Bê Ka Amûra Te Piştgiriya eSIM'ê Dike Yan Na
Gelo tu piştrast nînî bê ka amûra te piştevaniya eSIM'ê dike? Van qonaxab bişopîne da ku bizanî.
1. Seh bike bê ka Gelo Amûra Te eSIM-Çalakbûyî ye yan na
Ji bo haydariya ji hebûna telefona eSIM-pejir, dikarî lîsteya amûrên me ku piştevaniya eSIM'ê dikin, sseh bikî. Di halekî da ku pirraniya amûrên niha yên Apple û Android piştgiriya eSIM'ê dikin, bila haya te jê hebe ku hinek welat û network dibe ku bikaranîna eSIM'ê sînordar bikin.
Eger model an amûra te ya telefonê di pêrista me da nehatiye destnîşankirin, dikarî IMEI'ya (Pênaseya Navneteweyî ya Amûrên Mobayl) a amûra xwe seh bikî, ku di eyarkirina amûra te da tê dîtin. Eger telefona te ji bo eSIM'ê çalak e, divê "eSIM," "eSIM support," yan "Virtual SIM card" li rex IMEI'ya xwe bibînî.
2. Seh Bike Bê Ka Telefona Te Kilîlvekirî ye yan na
Ji bo bikaranîna eSIM'ê, kilîla telefona te jî divê ji networka mobaylê were vekirin. Ji bo pirraniya networkan, eva tê wateya hebûna telefona mobaylê û derfeta lêzêdekirin, guhertin û jêbirina SIM'an bêyî ti sînordariyekê. Eger tu piştrast nînî ku kilîla amûra te vekirî ye, dikarî digel dabînkera telefona we ya mobayl têkilî dayînî da ku ji rewşa wê haydar bibî.
Sûd û Deydeyên Bikaranîna eSIM'ekê
Hebûna dataya telefona mobayl di firrînê da bi awayê pratîkî di her rewşekê da îdeal e. Li vir çend babet ji wan sûdan in ku bikarênerên me berdewam digel me parve dikin (û çima ew difikirin ku Airalo'yê planên herî baş ên eSIM'ê heye!).
Girêdana Lezgîn
Hema bêje tevahiya bikarênerên me dipeyîtînin ku girêdana lezgîn guherînereke lîstinê ye. Wek bikarênerekî me, Dr. Jolin, dibêje me:
Tu dikarî serdana welatekî dûrketî bikî ku tê da bi sedan dolarî ji bo roamînga Înternetê xerc bikî YAN JÎ tu dikarî vê sepanê wergirî, eSIM'ekê wergirî û dataya înterneta dabînkereke datayê ya xwecihî di heyama çend deqîqeyan da bi bihayê du qehweyan bo te bixebite!
Dema betlaneyê yan rêwîtiya te ya karî gelekî binirx e û karê herî dawî yê ku tu dixwazî bikî eva ye ku ji bo eyarkirina SIM Karda xwe ya fîzîkî demê terxan bikî. Bi SIM'eke pêvekirî, dikarî bi lez û bi rehetî daxînî, saz bikî û girêdayî bimînî.
Berxwegirtina Cîhanî
Em gelek nêrînan ji rêwîyên jêhatî û bi ezmûn werdigirin ku diguherînin ser teknolojiya eSIM'ê. Bikarênerek, BCGregory, dibêje:
Ev çend sal in min serdana zêdetirî 45 welatan kiriye. Airalo heta niha bijardeya herî xwerû, herî bimifa û herî guncanbiha ji bo rêwîtiya bo derveyî welêt e ku min peyda kiriye.
Airalo tevî hin planan ji bo bi sedan welat û navçeyî, eSIM'ên xwe ji bo rêwîyên hetahetayî hene. Tenha tiştê ku te hewcetî pê heye telefonek digel piştevaniya eSIM'ê ye da ku wan hemiyan bi dest bixî.
Ev mijar ji aliyê planên me yên parzemînî/navçeyî û cîhanî hêsantir bûye. Wek mînak, eger tu li seranserî Ewropayê rêwîtî dikî, dikarî bi dataya telefona mobayl ku ji eSIM'ekê dabîn dibin, li çend welatan girêdayî bimînî!
Guncan û Zelal
Mijara dubarebûyî di venihêrînên me da eva ye ku eSIM dewsgirên guncanbiha ji bo roamîngê ji networka navxweyî ne. David Schouten dibêje me:
Min [eSIM'ek] çend caran bi kar aniye û gelekî memnûn im. Min heta çend caran di dawiya mehê da ew bi kar anî, cihê ku min tevahiya dataya operatora xwe ya asayî bi kar anî, û kirrîna çend MB bi rêya Airalo'yê anegorî operatorê erzantir e.
Niha, tiştekî din dibêje! Dema ku dabînkera te ya navxweyî ya te sîvana datayê li welatekî din pêşniyazî te dike, nirx bi giştî bi premium tên wergirtin. Planên rojane yên roamîngê dikarin lêçûneke zêdetirî 10 heta 15 dolar di rojê da hebin — ev teqrîben 70 dolar di hefteyê da ye. Planên Airalo'yê ji 5 dolaran ji bo planeke 7 rojî dest pê dibin. Ji bo me danûstandineke baştir xuya dikir!
Piştevaniya 24/7
Ji ber ku Airalo sazûmaneke cîhanî ye ku çend welat û parzemînan digire ber xwe, me tîmeke piştevaniyê heye ku şev û roj dixebite. Ev e tiştê ku Levy Borromeo divê bibêje:
Min ji ber bersivên bilez, şiroveyên deqîq û sûdmend, tecrubeyeke baş digel daxwaza xwe hebû û pirsgirêka min bi lez hat çareserkirin. Min her wiha hest kir ku we mişterî di heyama pêvajoyê da xisitye nav fikra xwe. Bi giştî tecrubeyeke gelekî baş e û ez jî berhemê gelekî memnûn im.
Em dizanin ku her kes pisporê eSIM'ê nîne û piştrastbûna ji vêya em ji bo rênîşandan û piştevaniya te di heyama rêwîtiyê da li ber dest in, mijara herî pêşîn e. Gellek rê ji bo têkiliya digel tîma me ya piştevaniyê hene, di nav da Email, torên civakî û funksyona chat'ê li sepana Airalo'yê.
Em hez dikim bizanin bê ka çawa Airalo'yê ezmûna te ya rêwîtiyê guherandiye! Nêrîna xwe li App Store yan Google Play ji me ra bişîne.