Digel firoşgeha pêşîn û pêşeng a eSIM'ê li cîhanê bibe şirîk
Wek firoşgeha yekem û pêşeng a eSIM'an li cîhanê, pêspartiya me ev e ku şêwaza têkilîdanîna rêwîiyan biguherînin. Li Airalo'yê hêza me di beşdarbûnên me da ye. Bernameyên me yên beşdariyê ji bo aliyên têkildar di ekosîstema pêkvegirêdana rêwîtiyê da nirxeke istîsna heye:
Plan ji bo
200+
Welat / navçe
Bawerpêkirî bi
10 miliyon+
Bikarêner
Liberdest li
53
Zimanên Xwecihî
Pirr-kanalî
24x7
Piştevaniya Kirox
- Derfeteke taybet ji bo ku beşeke pêşeroja pêkvegirêdana bi eSIM'an bî
- Alîkariya mişteriyên xwe bikî da ku hertim û li her cihekî di têkiliyê da bin
- Modelên beşdariya çendalî û siparîşkirî ji bo piştevaniya ji bereyeke berfireh a pêdiviyên şixulan
- Amûrên Hêsan û Xwerû
- Komîsyonên Balkêş
Wek şirîkeke Airalo API'yê, dest ragihîne brend û berhemên me da ku eSIM'ên Airalo'yê rasterast li malper an sepanên xwe bifiroşî.
Bûn wek şirîka belavkirina Airalo'yê yanî tu eSIM'ên me difiroşî bikirrên xwe yên heyî.
Peywendîdariya digel Airalo'yê yanî tu berhemênerekî naverokê an jî kar û pîşeyê dîjîtal î û dikarî bi reklama brenda Airalo û eSIM'an alîkarî bidî şopîner û serdanerên xwe.
Bûn wek şirîka "Airalo ji bo Bazirganiyê" bi vê wateyê ye ku em alîkariya tîmên te dikin ku eSIM'an dabîn bikin da ku di dema rêwîtiyê da di têkiliyê û girêdayî bimînin.
Eger bijardeyeke din a şirîkatiyê heye ku lê digerî, an eger aşkira derbarê bijardeya şirîkatiyê ya heyî hewcedar î, rêzekê bi rêya [email protected] bo me bişîne û em ê digel te têkilî dayînin.