Roja karîger: 3 Hezîran 2024an
AIRGSM PTE. LTD., pêkanîna bazirganiyê wek Airalo (www.AIRALO.com) (“Airalo,” “em,” “me,” yan “me”), girîngiya qata te ya taybetî tê derdixe. Rêmeşa Razdariyê anku Privacy Policy şêwaza berhevkirin, bikarhanîn, biparvekirin û parastina zanyariyên te yên kesane şirove dike ku wek daneyên kesane jî dihê naskirin. Ev Rêmeşa Razdariyê her wiha li ser maf û bijartinên te yên têkildarî daneyên te yên kesane û eva ku çawa tu dikarî ji bo wergirtina bersivên pirsên xwe digel me têkillî dayînî, agahiyan dide te.
Bi tomarkirina hesabekî yan bikarhanîn an serdana her malper, sepan, berhem, nermalav, alav, data feed yan xizmeta Airalo'yê (bi giştî "Ximzet"), tu şert û mercên vê rêmeş û siyasetê tê digihêjî û wê dipejirînî.
Ev Rêmeşa Razdariyê şirove dike ku em çawa zanyariyên te yên kesane berhev dikin, bi kar dihînin, aşkira dikin, hildigirin û diparêzin. Ji kerema xwe vê Rêmeşa Razdariyê bi baldarî bixwîne.
Pêrista babetan:
1. Qabiliyeta cihanînê ya vê Rêmeşa Razdariyê
2. Em Çawa Zanyariyên Kesane Berhev Dikin, Aşkira Dikin û Bi Kar Dihînin
3. Zanyariyên Ku Em Beerhev Dikin
4. Hilgirtina Daneyan
5. Em Çawa Zanyariyan Bi Kar Dihînin
6. Em Çawa Zanyariyên Kesane Bi Parve Dikin
7. Mafên Te
8. Veguhestina Daenyan & Veguhestina Daneyan a Navneteweyî
9. Ewlehî
10. Guherîn di Vê Rêmeşê da
11. Zarok
12. Zanyariyên Têkiliyê
13. Zanyariyên Zêdetir ji bo Niştecihên Kalîforniyayê
1. Qabiliyeta cihanînê ya vê Rêmeşa Razdariyê
Ev Rêmeşa Razdariyê ji bo bikarênerên xizmetên Airalo'yê di asta cîhanî da tê sepandin di nav da bikarênerên sepanên telefona mobayl a Airalo'yê, Platforma Partner, malper, taybetmendî yan xizmetên din, danûstandin (online û offline) digel Airalo'yê, karmend û daxwazkerên kar ("Xizmet").
Ev Rêmeşa Razdariyê şêwaza berhevkirin û bikaranîna daneyên Airalo'yê şirove dike û ji bo hemî bikarênerên Airalo'yê di asta cîhanê da dihê sepandin, meger ku xizmetekê bi kar bînin ku di bin daxuyaniyeke razdariyê ya cida da be. Ev Rêmeşa Razdariyê bi taybet ji bo babetên xwarê dihê sepandin:
2. Şêwaza me ya berhevkirin, aşkirakirin û bikaranîna zanyariyên kesane
Girêdayî bi şêwaza danûstandina te digel me û xizmetên me, em zanyariyên têkildarî te bi gellek şêwazan berhev dikin, di nav da:
Airalo dane û pergalên zanyariyan li gorî pêwîstiyên qanûnî, hestyaarî û girîngiya bazirganî destebendî dike da ku dilniya bibe ku zanyarî asteke guncan a parastinê bi dest dixin. “kontrolkera daneyan” saziyek e ku armanc û amûrên pêvajokirina daneyan tayîn dike. “Pêvajokera daneyan” saziyek e ku ji aliyê û di bin destûrkarên kontrolkerekê di pêvajokirina zanyariyên kesane va tev digere.
Airalo wek kontrolkereke daneyan
Airalo dema ku armanc û alavên pêvajokerên kesane tayîn dike, rola kontrolker digire ser milê xwe. Wek kontrolkereke daneyan, Airalo berpirsa dilniyabûn ji pêvajokirina daneyên kesane li gorî qanûnên têkildarî parastina daneyan e. Çalakiyên di bin şiyana kontrolkera daneyan a Airalo'y'ê ev in:
Çalakiyên bingehîn:
Airalo wek pêvajokereke daneyan
Li senaryoyên ku Airalo ji aliyê û li gorî destûrkarên bikarênerekî bazirganî yê xizmetan raber dike, wek pêvajokereke daneyan tev digere. Ev pêk hatiye ji mewqiyên weke:
Dema tevgeriyana wek pêvajokereke daneyan, em şîretî bikarêneran dikin ku ji bo zanyariyan li ser çawaniya hilgirtin û parastina daneyên xwe, rêmeşa razdariyê ya kontrolkera daneyan a têkildar (Bikarênerê Bazirganî) bi kar bînin. Airalo bi giranî pêbendî destûrkarên raberbûyî ji aliyê kontrolkera daneyan e û soz dide ku ji nihênîbûn û ewlehiya daneyên pêvajokirî li gorî qanûnên têkildarî parastina daneyan û sozên girêbestî piştrast bibe.
3. Zanyariyên ku em berhev dikin
Babetên li xwarê mînakinan ji cûreyê zanyariyên ku em di warên cûrbicûr berhev dikin û çawanîya bikaranîna wan zanyariyan raber dike.
Zemîne | Cûreyên Daneyan | Armanca Seretayî ji bo berhevkirin û bikaranîna daneyan |
---|---|---|
Tomarkirina Hesab | Dema çêkirina hesab da, em nav û hûrgiliyên te yên têkilîdanînê weke Emailê berhev dikin. Em her wiha zanyariyên têkildarî kiryarên ku tu dema têketina nav hesabê xwe pêk tînî, berhev dikin. | Me meyl û eleqeyeke rewa bo raberkirina funksyonên têkildarî hesab bo bikarênerên xwe heye. Hesab dikarin ji bo peredana hêsan û hilgirtina eyarkirinên bijartî û raboriya miamileyan werin bikaranîn. Her wiha dibe ku em van zanyariyan ji bo cihanîna girêbesta xwe digel te pêvajo bikin. |
Zanyariyên biyometrî | Nasînerên biyometrî ji ID'ya wêne û selfiyan. | Em zanyariyên biyometrî bi rezamendiya te pêvajo dikin da ku pênaseya te bi rêya pêvajoya KYC'yê heke li gorî qanûnê pêdivî be, piştrast bikin. |
Bikarênerên Bazirganî | Em nav û hûrgiliyên têkillîdanînê, di nav da Email, hejmara telefonê û navnîşana fîzîkî ya karmendên Bikarênerên Bazirganî yên xwe ku dibe danûstandina me bi wan ra hebe, berhev dikin. | Me meyl û eleqeyeke rewa di têkiliya digel kirryarên xwe da û danîna têkiliyê digel wan li ser birêvebirina asayî ya bazirganiyê weke proje, xizmet û fatûreyan heye. |
Teknolojiyên Şopandina Serhêl a Pêwîst |
Em kûkî û GIF'ên zelal bi kar tînin. “Kûkî” zanyarîne hûr in ku malperek di dema dîtina wê ji aliyê bikarêneran va bo Hard Dîska komputer’ê dişîne. Clear GIF an jî GIF'ên Pak eşaret bi hin pîkselan dike ku dema destragihîştina bo malperekê ji aliyê browsera te va tên barkirin. Ev teknolojiyên şopandinê dibe ku hin zanyariyan li ser cûreya browserê, pergala operasyonê, adresa Protokola Înternetê (IP) ya te (hejmara ku jixweber di dema bikaranîna înternetê da ji komputerê ra tê terxankirin), navê domînê, çalakiya klîkê, malpera lêvegerder an jî mora dem/rojê ji bo serdaneran berhev bike. |
Me berjewendiyeke rewa di îcadkirina bibandorbûna malpera xwe da heye. |
Teknolojiyên Şopandinê yên Ne-Pêwîst | Dibe ku em teknolojiya şopandinê li malpera xwe dayînin (weke kûkî an pîksel) ku analîzan berhev dike, şêwaza danûstandina te digel malpera me tomar dike yan rê dide me ku beşdarî reklama tevger-bingeh bibin. Ev teknolojî dibe ku hin zanyariyan li ser cûreya browserê, pergala operasyonê, adresa Protokola Înternetê (IP) ya te (hejmara ku jixweber di dema bikaranîna înternetê da ji komputerê ra tê terxankirin), navê domînê, çalakiya klîkê, malpera lêvegerder an jî mora dem/rojê ji bo serdaneran berhev bike. Em an jî aliyekî sêyemîn dibe ku di heyama demê da û li malperên cûrbicûr zanyariyan bi mebesta raberkirina reklaman li malpera xwe an malperên din berhev bikin. | Di babetên ku qanûn pêwîst dike da, em bikaranîna kûkiyên aliyê sêyem li gorî rezamendiyê dikin. |
Zanyariyên Demografiyê | Em zanyariyên kesane weke temen an cihê te berhev dikin. | Me berjewendiyeke rewa di têgihîştina bikarênerên xwe û raberkirina xizmetên guncan da heye. |
Daxwaznameyên Kar | Eger tu ji bo reklameke şixulînê daxwaz bidî yan bibî karmend, em zanyariyên pêwîst ji bo pêvajokirina daxwaznameya te yan hilanîna te wek karmendek, hûrgiliyên têkilîdanînê, perwerdehî û raboriya te ya şixulînê berhev dikin. | Me berjewendiyeke rewa di nirxandina kesan ji bo pozîsyona potensiyel di hêza xwe ya kar da heye. Di hinek zemîne û waran da, li gorî qanûnê jî pêwîstiya berhevkirina zanyariyan li ser karmend û daxwazkeran li ser me heye. Me her wiha berjewendiyeke rewa di bikaranîna zanyariyên te ji bo hebûna hêza mirovî ya kêrhatî û operasyona hêza kar heye. |
Feedback/Piştgirî | Eger tu fîdbekekê li me vegerînî yan ji bo piştevaniyê digel me têkilî dayînî, em ê nav û adresa Emaila te û her naverokeke din ku ji bo me dişînî berhev bikin da ku bersiv bidin. | Me meyl û eleqeyeke rewa bo wergirtina fîdbek an mijarên te heye û wan bi cih tînin. |
Amûrên Mobayl | Em hinek zanyariyan ji amûra mobayla te berhev dikin, weke zanyariyên naskirinê yên taybet ku dema serdana malpera me ji amûra te tên belavkirin. | Me meyl û eleqeyeke rewa bo naskirina serdanerên taybet û çavdêriya ser serdanên malpera xwe heye. |
Tomarkirina Siparîşê | Dema tomarkirinê, em nav, adresa fatûreyê, adresa şandinê, adresa Emailê, hejmara telefonê û hejmara karta te ya peredanê berhev dikin. | Em zanyariyên te ji bo cihanîna girêbesta xwe ji bo raberkirina Xizmetên xwe bo te bi kar tînin. |
Promosyona Şirîkê | Em wan zanyariyan berhev dikin ku tu wek beşeke reklameke hevpar digel kompaniyeke din raber dikî. | Me berjewendîyeke rewa di pêkanîna reklama xwe da heye. |
Rapirsî | Dema ku tu beşdarî rapirsiyekê dibî, em zanyariyên ku tu bi rêya rapirsîyê raber dikî, berhev dikin. Eger rapirsî ji aliyê dabînkera xizmetan a aliyê ’ sêyem va hatibe raberkirin, Rêmeşa Razdariyê ya aliyê sêyem di warê berhevkirin, bikaranîn û aşkirakirina zanyariyên te tê sepandin. | Me meyl û meraqeke rewa ji bo têgihîştina nêrînên te û berhevkirina zanyariyên têkildarî sazûmana xwe heye. |
4. Hilgirtina daneyan
Em zanyariyên te yên heta wê demê ku ji bo armancên navbirî di vê Rêmeşa Razdariyê da pêwîst e, di nav da ji bo dabînkirina her cûre pêdiviyên qanûnî, jimêryarî yan raporekê diparêzin, meger ku heyameke hilgirtinê ya dirêjtir hewce yan rêpêdayî be. ji bo tayînkirina heyama hilgirtina guncan ji bo zanyariyên kesane, qas, pênase û hestyarbûna zanyariyan, metirsiya gengaz a ziyana ji ber bikaranîna bêdestûr an aşkirakirina zanyariyan, armancên ku me ji bo wan zanyarî bi dest xistine û eva ku em çawa dikarin van armancan bi rêya alavên din û pêwîstiyên qanûnî yên dikarin cih bên bi dest bînin, berçav digirin.
5. Şêwaza me ya bikaranîna zanyariyên kesane
Ji bilî armanc û sûdwergirtinên ku li jor hatin şirovekirin, em zanyariyan bi şêwazên xwarê bi kar tînin:
Gerçî ku beşên jorîn armanca me ya sereke ji berhevkirina zanyariyên te şirove dikin, di gellek şert û mercan da me zêdetirî armancekê heye. Wek mînak, eger kirrîna serhêl bikemilînî, dibe ku em zanyariyên te berhev bikin da ku girêbesta xwe digel te bi cih bînin, lê belê em her wiha zanyariyên te berhev dikin ji ber ku me berjewendiyên rewa di parastina zanyariyên te piştî tevavkirina danûstandinê hene da ku bikarin bilez û rehet bersiva her pirseke te li ser siparîşa xwe bidin. Di encamê da, berhevkirin û pêvajokirina zanyariyên te di warên cûrbicûr da li gorî rezamendiya te, hewcetiya me bo cihanîna girêbestê, sozên me li gorî qanûnê yan berjewendiyên em yên rewa di pêkanîna kar û pêşeya me da ye.
6. Şêwaza me ya parvekirina zanyariyên kesane
Ji bilî şert û mercên taybet ku li cihên din ev Rêmeşa Razdariyê ketiye ber behs û nîqaşê, dibe ku em zanyariyên kesane di van şert û mercan da aşkira bikin:
7. Mafên te
Girêdayî bi cih û mekanê te û li gor qanûnên dikarin bi cih bên, tu dikarî xwedîyê van mafan bî:
Ji kerema xwe haydar be, hemî mafên ku li jor hatin şirovekirin têkûz nînin û di hemî şert û mercan da nayên sepandin. Di hin babetan da, dibe ku em daxwaza te sînordar an red bikin, ji ber ku qanûn rê dide yan me neçarî pêkanîna vî karî dike, yan jî eger em nekarin pênaseya te bi têrî piştrast bikin. Em ê li dijî kesên ku mafên xwe yên razdariyê di bin qanûnên bi şiyana cihanînê da bi kar tînin, cihêkarîyê pêk neyînin.
Ji kerema xwe vê beşê bixwîne da ku li ser mafên taybet pirtir bizanî. Ji bo şandina daxwazekê bona bikaranîna her yek ji mafên ku li jor hatine şirovekirin yan jî daxwaza venihêrînê li ser biryara ku têkildarî daxwaza mafên mijara daneyan ji aliyê me va hatiye dayîn, ji kerema xwe bi bikaranîna hûrgiliyên têkilîdanînê yên xwarê yan bi rêya rûpela Têkillî digel Me tev me peywendî çê bike.
Bila haya te hebe ku li gorî qanûnê, em ê ji te bixwazin ku pênaseya xwe biselimînî. Girêdayî bi daxwaza te, em ê zanyarîne weke navê te, dawîn berhema ku te ji me kirriye yan roja herî dawî ya kirrîna te ji me, daxwaz bikin. Her wiha dibe ku em ji te bixwazin xwebêjnameyeke wajokirî ji bo erêkirina pênaseya xwe raber bikî. Piştî daxwazê, em ê hewldanên beraqil ji bo raberkirin, serrastkirin an jêbirina zanyariyên te yên kesane di faylên xwe da bi kar bînin.
Di hin rewşan da, tu dikarî nûnerekî rêpêdayî ji bo şandina hin daxwaznameyan ji bo sepandina hin mafên razdariyê ji aliyê xwe va tayîn bikî. Eger tu nûnerekî rêpêdayî yî ku ji aliyê kesekî va daxwaznameyekê dişînî, divê kopiyek ji belgeyeke wajokirî pê ve bikî ku nîşan dide tu dikarî ji aliyê kesekî’ din va tev bigerî.
Ez çawa dikarim aboneyên Emailên marketîngê betal bikim?
Tu dikarî bi bikaranîna funksyona betalkirina aboneyê li Eyarkirinên Profîlê dev ji Emailên têkildarî marketîng û bazardîtinê berdî. Ji bo birêvebirina eyarkirina xwe ya bijartî têkeve nav hesabê xwe, piştra here eyarkirina Profîla xwe. “Ez' dixwazim Emailên reklamê wergirim” ji bo hilgirtina guherînan çalak an neçalak bike. Adresa Emaila te di dema herî zû da dê ji têkiliyên marketînga emailî were vekişandin.
Eger pirseke te li ser çawaniya vekişîna ji têkiliyên marketînga Airalo'yê heye, ji kerema xwe bi rêya [email protected] digel me têkillî dayîne.
Ez çawa hesabê xwe jêbibim?
Bi bikaranîna funksyona “Jêbirina Hesab” ji navEyarkirinên Profîlê dikarî hessabê xwe jêbibî. Ji kerema xwe têkeve nav hesabê xwe, piştra here eyarkirina Profîla xwe. Kilîkî ser bişkoka “Jêbirina Hesab” bike û biryara xwe erê bike. Em ê daxwaza te bêyî derengketinê yan di heyama mehekê piştî wergirtina daxwazê da, di rewşekê da ku pêdiviyeke taybet nehatibe pêvekirin, pêvajo bikin.
Ji kerema xwe haydar be ku di her rewşekê da, dibe ku pêwîst be ku beriyad domandina daxwaz te, em pênase û têkiliya te digel me erê bikin.
Kengî Airalo piştî wergirtina daxwaza jêbirin an nerazîtiya li pêvajokirinê, pêvajokirina daneyan didomîne?
Di şert û mercine taybet da, dibe ku li gorî qanûnê pêwîstiya parastin û pêvajokirina zanyariyên te yên kesane heta piştî daxwaza jêbirin an nerazîtiya li hemberî pêvajokirinê li ser Airalo'yê hebe. Wek nimûne, Airalo erkdar e zanyarîne kesane yên taybet ji bo berawirdkirina sozên qanûnî yên di bin navê "Kirryarê Xwe Nas Bike (KYC)" û hûrgiliyên danûstandinên Peredanê biparêze.
9. Veguhestina daneyan & û Veguhestina Daneyan a Navneteweyî
Ev xizmet ayîdî Airalo'yê ye û dikare li Ewropa û derveyî wê bikeve ber dest. Di encamê da, zanyariyên te dikarin li welatekî din werine pêvajokirin, cihê ku qanûnên parastina razdariyê dibe ku dijwartir ji qanûnên welatê te bin. Tevî vêya, heke pêkan be, em hin pêngavan ji bo tevgeriyana digel zanyariyên kesane bi bikaranîna heman prensîbên parastina razdariyê bi cih tînin ku li gorî qanûna welatê ku me bo cara yekem zanyariyên te li wir wergirtine, tên cîbecîkirin. Bi şandina zanyariyên xwe yên kesane bo me, tu rezamendiya xwe digel veguhestin, hilgirtin û pêvajokirina zanyariyên xwe li welatekî ji bilî welatê cihê mayîna xwe di nav da, lê ne sînordar bi Amerîkyê, radigihînî. Eger tu bi dû zanyarîne zêdetir li ser hewldanên me ji bo dasepandina prensîbên parastina razdariyê yên cihanînî di warekî taybet ê dadweriyê ji bo daneyan dema ku bo warekî din ên dadweriyê tên veguhestin î, dikarî bi bikaranîna hûrgiliyên têkilîdanînê yên li xwarê digel me têkilî dayînî.
9. Ewlehî
Em standardên giştî yên pejirandî di pêşesaziyê da bi kar tînin da ku zanyariyên te yên kesane biparêzin. Ti şêwazek ji bo veguhestina bi rêya înternetê, teknolojiya telefona mobayl yan şêwaza hilgirtina elektronî tam ewleh nîne. Loma, tevî ku em hewl didin tevdîrên fîzîkî, elektronî û pêvajoyî ji bo parastina nihênîbûna zanyariyên ku bi awayê serhêl berhev dikin bi kar bînin, lê em nikarin ewlehiya wan a têkûz misoger bikin.
Bikarênerên Airalo'yê’ her wiha berpirsyar parastina têperpeyv anku şîfre û hûrgiliyên xwe yên bikarêneriyê ne. Eger te hincet û hegerek heye ku difikirî danûstandina te bi me ra êdî ewleh nîne (wek mînak, eger hest dikî ewlehiya her hesabê ku dikarî digel me vekî, ketiye ber metirsiyê), ji kerema xwe bi têkilîdanîna digel me li beşa piştevaniyê li adresa [email protected] bilez pirsgirêkê ragihîne me.
10. Guherînên li vê Rêmeşê
Em mafê guherîna şert û mercên Rêmeşa Razdariyê di her demekê da ji bo xwe parastî dizanin. Eger guherînên bingehîn di vê daxuyaniyê yan di şêwaza sûdwergirtina me ji zanyariyên te yên kesane da hebin, em ê bi weşandina berbiçav a van cûre guherînan li vir an li rûpela xwe ya sereke yan bi şandina Emailê te haydar bikin. Em te teşwîq dikin her dema ku serdana malper an sepaneke me dikî, vê rêmeş û siyasetê venihêrî. Rêmeşa me ya razdariyê pêk hatiye ji tarîxeke “bibandor” û “herî dawî birojkirî”. Tarîxa bibandor û pêwîstdariya cihanînê amaje bi rojekê dike ku versiyona niha kete meriyetê. Tarîxa herî dawî ya birojkirinê amaje bi rojekê dike ku versiyona niha cara herî dawî bi awayê bingehîn guheriye.
11. Zarok
Xizmetên me ji bo zarokên bin 13 salî nehatine berçavgirtin û em bi zanebûn zanyariyên kesane yên kesên bin temenê 16 salî bêyî rezamendiya dêûbavan berhev nakin. Zarokên bin 13 salî nabe ku zanyariyên xwe yên kesane radestî me bikin.
12. Hûrgiliyên têkilîdanînê
Eger te pirs, nêrîn, daxwaza venihêrînê yan giliyek li ser şêwazên parastina razdariyê yên me heye, yan eger ji ber astengdarbûnê hewcetiya te bi destragihîştina bo vê rêmeşa razdariyê di formeteke dewsgir hehye, ji kerema we di adresa xwarê da digel me têkilî dayîne. Em ê hewl bidin bersiva daxwazên te bidin û zanyarîne zêdetir têkildarî razdarî û qada kesane radestî te bikin.
Eger tu ji bersiva me razî nînî û li Yekîtiya Ewropayê yan Brîtanyayê yî, te ev maf heye ku li cem rayedara navçeya xwe gilî bikî.
13. Zanyariyên zêdetir ji bo niştecihên Kalîforniyayê
Qanûna Kalîforniyayê pêwîstiya aşkirakirina zanyariyên zêdetir têkildarî şêwazên parastina razdariya xwe li ser me disepîne. Eger tu niştecihê Kalîforniyayê bî, aşkirakirina razdariyê ya xwarê jî ji bilî beşa mayî yta Rêmeşa Razdariyê ji bo te dihê sepandin.
Desteya Zanyariyên Kesane | Desteya Wergiran | |
---|---|---|
Aşkirakirin ji bo Armanceke Bazirganî | Parvekirin ji bo Reklama Tevgeriyanê ya Navbera-Zemîneyan | |
Nasker – ev dikare pêkhatî ji navê rastîn, nasnav, navnîşana postê, naskera kesane ya taybet, naskera serhêl, adresa Emailê, navê hesab an naskerên din ên wek wan be. |
Kompaniyên Girêdayî yan Pêreyî Şirîkên Bazirganî Dabînkerên analîza datayan Dabînkerên xizmetên înternetê Şirîkên marketînga hevpar Pergalên operasyonê û Platform Dabînkerên din ên Xizmetan Pêvajokerên Peredanê û enstîtûyên darayî Sazûmanên xizmetên profesyonel, dibe ku pêkhatî ji jimêryar û kompaniyên mafzan be Torên Civakî |
Torên reklamê |
Naskera derxistî ji aliyê dewletê va – ev dikare pêkhatî ji hejmara dabînkeriya civakî, hejmara bawernameya’ ajovaniyê yan hejmara naskirinê ya eyaletî û hejmara pasportê be. |
Operatorên Networkê (cihê ku eKYC hewce ye) Sazûmanên xizmetên profesyonel, dibe ku pêkhatî ji jimêryar û kompaniyên mafzan be |
|
Zanyariyên Darayî – ev dikare pêkhatî ji hejmara hesabê bankê, hejmara karta krediyê, hejmara karta debît û hûrgiliyên din ên darayî be. |
Pergalên operasyonê û Platform Pêvajokerên Peredanê û enstîtûyên darayî Sazûmanên xizmetên profesyonel, dibe ku pêkhatî ji jimêryar û kompaniyên mafzan be |
|
Taybetmendiyên destebendiya parastî - ev dikare pêkhatî ji temen, zayend, nijad, etnîk, astengdariya bedenî yan zihnî û hwd be. |
Operatorên Networkê (cihê ku eKYC hewce ye) Sazûmanên xizmetên profesyonel, dibe ku pêkhatî ji jimêryar û kompaniyên mafzan be |
|
Zanyariyên Bazirganî – ev dikare pêkhatî ji zanyariyên li ser berhem an xizmetên kirrî, bidesthatî yan berçavgirtî yan raborî yan meraqên kirrînê yan mesrefkirinê yên din be. |
Kompaniyên Girêdayî yan Pêreyî Şirîkên Bazirganî Dabînkerên analîza datayan Dabînkerên xizmetên înternetê Şirîkên marketînga hevpar Pergalên operasyonê û Platform Dabînkerên din ên Xizmetan Pêvajokerên Peredanê û enstîtûyên darayî Sazûmanên xizmetên profesyonel, dibe ku pêkhatî ji hesabgir û kompaniyên mafzan be Torên Civakî |
|
Înternet an zanyariyên din ên çalakiya tora elektronî – ev dikare pêkhatî ji raboriya browsîngê, raboriya lêgerînê û zanyariyên têkildarî danûstandina kesekî digel malpereke înternetê, sepan an reklamê’ be. | Dabînkerên analîza datayan | Torên reklamê |
Zanyariyên profesyonel yan têkildarî şixulînê |
Kompaniyên Girêdayî yan Pêreyî Şirîkên Bazirganî Pergalên operasyonê û Platform Dabînkerên din ên Xizmetan Sazûmanên xizmetên profesyonel, dibe ku pêkhatî ji jimêryar û kompaniyên mafzan be |
|
Zanyariyên perwerdehiya ne-hikûmî (hema wisa ku di Qanûna Mafên Perwerdehiya Malbatê û Razdariyê da hatiye nasandin) |
Kompaniyên Girêdayî yan Pêreyî Şirîkên Bazirganî Pergalên operasyonê û Platform Dabînkerên din ên Xizmetan Sazûmanên xizmetên profesyonel, dibe ku pêkhatî ji jimêryar û kompaniyên mafzan be |
|
Desteyên zêdebarî yên zanyariyên kesane ku li Qanûna Raboriyên Kirryarên Kalîforniyayê da (Cal da hatiye şirovekirin. Civ. Koda § 1798.80(e)) – ev dikare pêkhatî ji wajo, taybetmendiyên fîzîkî yan şirove, hejmara sîgorteyê be. |
Operatorên Torê (cihê ku eKYC hewce ye) Sazûmanên xizmetên profesyonel, dibe ku pêkhatî ji jimêryar û kompaniyên mafzan be |
2024 AIRGSM PTE. LTD.
Gişt maf parastî ne
Tu dikarî bi parvekirina koda lêvegera xwe digel hevalan, USD $3.00 wek Airmoney'ê bi dest bixî.