Airalo piştevanî ji kîjan pereyan dike?

Tu dikarî pakêtên eSIM'ê li Airalo'yê bi çend pereyên biyanî bikirrî û bikaranîna şêwazên peredanê yên xwecihî hêsantir dike. 

Ji Tebaxa 2024an va, Airalo pereyên xwarê piştgirî dike:

  • Dolarê Amerîkayê (USD) $
  • Dolarê Australyayê (AUD) $
  • Dolarê Kanadayê (CAD) $
  • Euro (EUR) €
  • Pound sterling (GBP) £

Tu dikarî pereyan ji "Profîl"ê li amûrên telefona mobayl û li sepana Airalo'yê biguherînî. Li amûrên desktopê dikarî pereyan ji navîgasyona jor biguherînî. Li amûrên desktopê dikarî pereyan ji navîgasyona jor biguherînî. Ji bo zanyariyên zêdetir nivîsara navenda me ya rênîşandanê li ser şêwaza birojkirina pereyê xwe bixwîne. 

Eger ez pereyê ku lê digerim nebînim, çi dibe?

Tu hîn jî dikarî pakêtên eSIM'ê ji Airalo'yê bikirrî, heta eger pereyê te neyê piştgirîkirin. 

Eger tu bi şêwaza peredanê ya ku pereyê te yê bijartî cihêwaz e bikirrî, peredana te dê bikeve bin barê nirxa veguherîna têkildar a ku ji aliyê bank an enstîtûya darayî tê bikaranîn — dibe ku tu jî bikevî ber lêçûnên navneteweyî.

Yekeya pereya min a default çi ye?

Pereyê dîfalt ê nîşandayî girêdayî bi amûr an cihê te dibe ku biguhere. 

  • Ji bo pirraniya amûrên telefona mobayl, pereyê nîşandayî dê bi awayê xwecihî li eyarkirina amûra te were diyarkirin.
  • Ji bo amûrên desktopê, pereyê nîşandayî li gorî adresa IP'ya te bi awayê jixweber tê diyarkirin.

Eger tu têkevî hessabekî Airalo'yê, pereyê nîşandayî dê dawîn pereyê bikarhatî yan bijartî be. Wek mînak — eger te pereyê xwe ji USD bo EUR bi roj kir, her dema ku têkevî sîstemê tu yê EUR bibînî.

Eger pirseke te li ser pereyên ku dikarî bi Airalo'yê bi kar bînî heye, ji kerema xwedigel tîma me ya piştevaniyê têkilî dayîne. Em hertim kêfxweş dibin ku alîkariyê bidin!

Pirsên têkildar

Mijarên din

Hîn alîkariyê dixwazî?

Têkilî digel me dayîne û tîma meya piştevaniya mişteriyan di kêliyekê da dê digel te têkilî dayîne.
Peyamekê bo me bişîne
Copyright Airalo © 2021
  • x