Ez çawa peyama derengiya têketina nav sîstemê çê bikim?

Gelo tu tûşî pirsgirêkên têketina nav sîstemê li malpera Airalo'yê digel rawestanên berdewam bûyî? Em tê digihêjin ku ev çiqasî dikare bêhêvîker be û em li vir in ku alîkariya te bikin. 

Derengketina têketina nav sîstemê dikere bêhêvîker be, lê ji bo parastina ewlehiya hesabê te û parastina neguhêrbariya serverê hatine îcadkirin. Bi şopandina qonaxên navbirî di vê nivîsarê da, tu dikarî rawestanên têketina nav sîstemê çareser bikî û hin kiryaran ji bo pêşîgirtina li wan di pêşerojê da bi cih bînî.

Serlêdana Mobîl:

Geroka Webê:

Dema ku Tûşî Rawestanên Têketina nav Sîstemê dibî, Divê çi Bikî:

  1. Li benda Demjimêra Bihejmarê Bisekinin: Gava ku hûn bi demek têketinê re rû bi rû dimînin, baştirîn rêça çalakiyê ew e ku hûn bi sebir bisekinin. Di rûpela têketina nav sîstemê da, bi giştî demjimêreke berovajî anku countdown timer'ekê dibînî ku heyama ku divê beriya hewldana ji bo têketina dubare li bendê bimînî, nîşan dide. Ev demjimêr anku Timer ji bo pêşîgirtin li barê zêdebarî li ser serverên me û misogerkirina ewlehiya hesabê te di cihê xwe da ye.
  2. Qeydeyên xwe kontrol bikin: Dema ku li benda qedandina demjimêra hejmartinê ne, demek dirêj bikin ku pêbaweriyên têketina xwe ducar kontrol bikin. Piştrast be ku navê bikarêner û têperpeyv anku şîfreya eseh bi kar tînî. Carinan, pirsgirêkên têketina nav sîstemê dikarî bi hêsan bi nivîsandina agahiyên rast çareser bikî.
  3. Cache û Cookies Geroka Xwe Paqij Bikin: Carinan dibe ku pirsgirêkên têketinê ji ber daneyên cache yên di geroka weya webê de çêbibin. Paqijkirina cache û kûkiyên browserê dikare ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê alîkariya te bike. Destûrkarên paqijkirina bîra nihênî anku cache û kûkiyan anegorî browser ciyawaz in, loma ji bo rênîşandana taybet serdana dakûmentên rêbernameya browsera xwe bike.
  4. Gerokek an Amûrek Cûda Bikar bînin: Heke hûn berdewamiya demên têketinê biceribînin, gerokek malperê an amûrek cûda bikar bînin. Ev dikare ji bo diyarkirina vêya ku gelo pirsgirêk têkildarî eyarkirina niha ya te ye an na, alîkarî bike.
  5. Piştgiriya Têkilî: Ger we van gavan bişopîne û piştî ku demjimêra jimartinê xilas bû nikaribin têkevinê, ew dem e ku hûn bi tîmê piştgirîya me re têkilî daynin. Em ê bikarin mijarê zêdetir vekolînin û alîkariya taybet bidine te.

Serişteyên ku Ji Demjimêrên Têketinê yên Pêşerojê Dûr Bikin: Ji bo pêşîgirtina li demên têketinê yên pêşerojê, serişteyên jêrîn bifikirin:

  1. Bikaranîna Têperpeyvên Bihêz: Piştrast bibe ku têperpeyv anku şîfreya te bihêz û taybet e. Zanyariyên ku bi hêsanî tên gumankirin bi kar neyîne.
  2. Rêveberiya Têperpeyvê: Rêveberekî têperpeyvê ji bo hilgirtin û rêvebirina ewleh a zanyariyên xwe yên têketinê bi kar bîne.
  3. Sînordarkirina Hewlên Têketinê: Hewlên lipeyhev ji bo têketinê nede. Eger te têperpeyva xwe ji bîr kiirye, bi karanîna taybetiya Têperpeyv Ji Bîr Bûye, wê reset bike.
  4. Berdewam Browser an Sepana Xwe Biroj Bike: Birojkirina sepan an browserê dikare alîkariya te ji bo pêşîgirtin li pirsgirêkên têketinê bike.

Eger pirseke te heye, ji kerema xwe digel piştevaniyê têkilî dayîne, û em ê kêfxweş bibin ku alîkairya te bikin!

Pirsên têkildar

Mijarên din

Hîn alîkariyê dixwazî?

Têkilî digel me dayîne û tîma meya piştevaniya mişteriyan di kêliyekê da dê digel te têkilî dayîne.
Peyamekê bo me bişîne
Copyright Airalo © 2021
  • x