Di rewşa sepandinê da, kopêna eSIM'ê pakêteke eSIM'ê ya taybet li hesabê te zêde dike. Piştra tu dikarî wê weke her pakêta din a eSIM'ê ku dikirî, bi kar bînî. Tu dikarî kopêba eSIM'a xwe di çend qonaxên hêsan da li hesabê xwe bisepînî.
Ez çawa dikarim kopêna eSIM'ê bisepînim?
Ji bo sepandina kopêna eSIM'ê, divê tê kevî nav hesabê xwe.
Eger tu sepan an malpera Airalo'yê li amûra xwe ya mobayl bi kar tînî, qonaxên sepandina kopêna eSIM'ê bişopîne.
- Biçe Profile > Airmoney & Membership.
- Bitepîne ser Redeem Voucher.
- Koda kopêna xwe binivîsîne.
- Bitepîne ser Redeem.
Eger tu malpera Airalo'yê li ser amûreke desktopê bi kar tînî, qonaxên sepandina kopêna eSIM'ê bişopîne.
- Li navîgasyona jor li ser navê profîla xwe klîk bike.
- Airmoney & Membership bibijêre.
- Klîkî ser Redeem Voucher bike.
- Koda kopêna xwe binivîsîne.
- Klîkî ser Redeem bike.
Piştî tevavkirina qonaxên sepandina kopênê, tu yê peyamekê bibînî ku nîşan dide kopêna eSIM'a te serkeftî hatiye bikaranîn. Di vê qonaxên da dikarî eSIM'ê bi kar bînî.
Ez çawa dikarim eSIM'a ku min bi kopênê wergirt, bi kar bînim?
Dema ku eSIM li hesabê te hat zêdekirin, dikarî ji beşa My eSIMs wê bi dest bînî.
- Here My eSIMs.
- eSIM'a ku te herî dawî li hesabê xwe zêde kiriye, peyda bike
- Bitepîne ser Details.
Tu yê destûrkara sazkirin û bikaranîna eSIM'a xwe bibînî. Destûrkaran ji bo girêdanê bişopîne.
Eger pirseke te ya din heye yan hewceyî alîkariyê yî, ji kerema xwe bi me ra têkilî dayîne. Tîma me ya piştevaniyê bi awayê 24/7 hazir e û hertim kêfxweş dibe ku alîkariya te bike.