Ez çawa pereyê xwe bi roj bikim?

Tu dikarî bi rihetî pereyê xwe ji sepana Airalo'yê, amûreke telefona mobayl an amûreke desktopê bi roj bikî. 

Sepan/mobayla Airalo'yê:

  1. Profîlê veke û biçe ser Pere (Currency) — tu yê pereyê destnîşankirî di dema niha da bibînî (wek mînak. “Currency: United States dollar (USD) $”).
  2. Ji bo vekirin û skrolkirina pêrista pereyan bitepîne – her wiha tu dikarî ji zîvala lêgerînê ji bo peydakirina pereyê ku dixwazî sûd wergirî.
  3. Pereyê ku dixwazî bi kar bînî bibijêre.
  4. Piştrast bike ku dixwazî pereyê xwe bi roj bikî — Hevsengiya Airmoney'a te jî dê veguhere pereyê nû.

Desktop:

  1. Biçe bo jora rûpela webê — tu yê pereyê xwe yê niha li navîgasyona jor bibînî (wek mînak “$ USD”).
  2. Ji bo vekirina pêrista pereyan li ser pereyê xwe klîk bike — tu dikarî bi rêya wê skrol bikî yan lê bigerî da ku pereyê ku dixwazî peyda bikî.
  3. Pereyê ku dixwazî bi kar bînî bibijêre.
  4. Piştrast bike ku dixwazî pereyê xwe bi roj bikî — Hevsengiya Airmoney'a te jî dê veguhere pereyê nû.

Piştî birojkirinê hemû biha bi pereyê ku te bijartiye dihêne nîşandan. Her wiha, tu yê heyîtiya xwe ya Airmoney'ê di pereyê birojkirî da bibînî. Ji bo zanyariyên zêdetir, nivîsara navenda me ya alîkariyê li serKîjan pereyan piştevanî dikebixwîne.

Gelo ez di dema kirrînê da dikarim pereyê xwe bi roj bikim?

Di dema bikaranîna sepana Airalo'yê yan amûreke telefona mobayl da nikarî pereyê xwe rasterast di pêvajoya peredanê da bi roj bikî. Eger te biryara guhertina pereyê di dema kirrînê da daye, ji bo birojkirina pereyê xwe divê li profîlê vegerî. 

Piştî birojkirinê, dikarî pakêta eSIM'ê bi pereyê têkildarî xwe bikirrî.

Li amûrên desktopê, bijêrkera pere heta wê demê ku bigihêjî qonaxa dawiyê ya pêvajoya peredanê, dê li navîgasyona jorîn li ber dest be. Beriya tevavkirina siparîşê, tu dikarî pereyê xwe di her demekê da bi roj bikî.

Gelo raboriya peredana min dê veguhere pereyê min ê birojkirî?

Na, danûstandinên peredanê hertim bi pereyê ku tê da bi cih tên, dihêne pêristkirin. 

Wek mînak — Eger te pereyê xwe ji USD bo EUR veguheribe, danûstadinên nû bi EUR dihêne nîşandan, halbûkî danûstadinên berê hema wisa dê bi USD werine xuykirin. 

Bi çûyîna bo beûşa siparîşan anku Orders ji profîla xwe dikarî hemî danûstandinên kirrîna xwe bibînî.

Eger ez pereyê xwe bi roj bikim, Airmoney çawa dikeve bin bandorê?

Eger tu pereyê xwe bi roj bikî, heyîtiya Airmoney'a te jî dê veguhere pereyê te yê bijartî. Bi vî awayî tu dikarî bêyî berçavgirtina pereyê ku bi kar tînî, Airmoney'ê ji bo her kirrîna ku dikî, bisepînî.

Ji kerema xwe haydar be, Airmoney bi Dolarê Amerîkayê (USD) tê nîşandarkirin. Airalo xizmeteke aliyê sêyem ji bo hesabkirina nirxa pereyê biyanî bi kar tîne — eger pereyê xwe bi roj bikî, Airmoney'a te li gorî nirxa niha tê veguhertin.

Eger kêşeya te birojkirina pereyê xwe heye yan eger pirseke te heyem ji kerema xwe digel tîma me ya piştevaniyê têkilî dayîne. Em hertim kêfxweş dibin ku alîkariyê bidin.

Pirsên têkildar

Mijarên din

Hîn alîkariyê dixwazî?

Têkilî digel me dayîne û tîma meya piştevaniya mişteriyan di kêliyekê da dê digel te têkilî dayîne.
Peyamekê bo me bişîne
Copyright Airalo © 2021
  • x