Ez çawa dikarim dataya hilgirtî bi rêya Airalo'yê daxînim?

Armanca Airalo'yê eva ye ku heta radeya pêkan li ser datayên bikarêner ku berhev dike zelal be. Tu dikarî daxwaza faylekê bikî ku pêkhatî ji tevahiya dataya têkildarî hesabê Airalo'ya te be.

Ji bo daxwaza dataya xwe, qonaxên xwarê bi cih bîne:

  1. Here Profîl > Zanyariyên Hesab.
  2. Beşa Download your Data peyda bike.
  3. Request my Data bibijêre.

Piştî daxwazê, em daxwaza te pêvajo dikin û E-Mail'ek pêkhatî ji fayleke XML a pêkhatî ji tevahiya datayên têkildarî hesabê Airalo'ya te dişînin. Ji kerema xwe bihedar be — pêvajokirin bi giştî çend deqeyan demê dibe, lê dibe ku zêdetir jî dem jê ra hewce be.

Tu dikarî herî pirr 3 daxwazên datayê di rojê da bi cih bînî. Eger bixwazî zêdetirî 3 daxwazan di heyameke 24 saetî da bişînî, tu yê peyameke hişyariyê wergirî ku ji te ra radigihîne ku li bendê bimîne da ku daxwazeke din bişînî.

Eger pirseke te heye yan hewcetiya te bi alîkariyê heye, ji kerema xwe di têkiliyê da be. Tîma me ya piştevaniyê bi awayê 24/7 hazir e û hertim kêfxweş dibe ku alîkariya te bike.

Pirsên têkildar

Mijarên din

Hîn alîkariyê dixwazî?

Têkilî digel me dayîne û tîma meya piştevaniya mişteriyan di kêliyekê da dê digel te têkilî dayîne.
Peyamekê bo me bişîne
Copyright Airalo © 2021
  • x