Discover+ eSIM'a Cîhanî çi ye?

Discover+ Global eSIM vê derfetê dide bikarêneran ku bi data, têkiliyên telefonî, kurtepeyaman digel heval, malbat û hevkaran li seranserî cîhanê têkilî dayînin. Ev eSIM her wiha girêdana cîhanî ya lezgîn û kêm-lêçûn ji bo rêwiyan di her demekê da û her cihê ku hewcetiya wan pê hebe dabîn dike. Ev nivîsar zanyariyên pêwîst ji bo gihandin aherî zêde ya sûdên wê di mayîna di têkiliyê da dema ku li derveyî welêt î, vedibêje. 

  1. Gelo hejmareke telefonê jî pê ra heye? Erê, hejmareke telefonê jî pê ra heye. Her wiha Discover+ eSIM'a Cîhanî pêkhatî ji hejmareke telefonê ya navneteweyî ya bi jêderka Otrîşê ye. Zêdekirina koda welatê guncan di dema parvekirina hejmara telefona eSIM'ê da, girêdana yekparçe misoger dike. Koda welatê Otrîşê +43 ye û divê ji bo hemî têkilî û kurtepeyamên wergirtî, çi xwecî û çi navneteweyî, were nivîsandin.
  2. Gelo ez dikarim têkiliya telefonî dayînim? Erê, tu dikarî têkiliyên telefonî çê bikî û wergirî. Di dema pêkanîna têkiliya telefonî bi bikaranîna Discover+ eSIM'a Cîhanî da, bikarêner divê piştrast bibin ku hejmara lêgeriyayî bi koda welatî ya eseh dest pê dibe. Wek mînak, eger bikarênerek li Japonê ye û dixwaze digel kesekî li Fîlîpînê têkiliya telefonî dayîne, divê beriya lêgeriyana li hejmarê, hejmara wergirê têkiliyê bi koda welatê Fîlîpînê (+63) dest pê bike. Nekirina vî karî dibe ku hewldanên serneketî ji bo têkiliyê pêk bîne.
  3. Gelo ez dikarim peyama nivîskî bişînim? Erê, tu dikarî peyamên nivîskî (SMS) bişînî û wergirî. Di dema şandina SMS'ê bi Discover+ eSIM'a Cîhanî da, destpêkirina hejmara telefona wergirê têkiliyê bi koda welatê têkildar pêwîst e. Ev qonax radestkirina serkeftî ya SMS'an misoger dike. Eger vî karî nekî, dibe ku rastî peyamên neşandî bihêyî.
  4. Gelo ez dikarim pakêteke şarjê bikirrim? Erê, tu dikarî şarjekê ji bo eSIM'ê bikirrî. Pakêtên şarja datayê, têkilî û nivîsê hene, lê tenê ji bo data, deng an SMS'ê, şarja cuda nayê raberkirin. Wergirtina peyamên hatî (SMS) ji heyîya SMS'ê dê kêm nebe. Eger deqeya têkiliya mayî ya bikarêner bigihêje sifir, têkiliyên telefonî yên hatî dê neyên wergirtin. Ji bilî vêya, têkiliyên ku di heyama çend çirkeyan da, bo deqeyeke tam tên hesabkirin.
  5. Gelo ez dikarim bikaranîna xwe bişopînim? Tu dikarî data, têkiliyên telefonî û bikaranîna kurtepeyaman li Sepan an malpera Airalo'yê bişopînî.
  6. Gelo sînordariyek li welat heye? Tu dikarî lîsteya welatên piştgirîbûyî li rûpela zanyariyên berhema Discover+ eSIM'a Cîhanî seh bikî.
  7. Gelo ev ji bo hemî amûrên sazgar digel eSIM'ê dixebite? Discover+ Global eSIM bi awayekî yekparçe li her amûra ku eSIM'ê piştgirî dike û kilîlvekirî anku unlock e dixebite.

Eger pirseke te heye, ji kerema xwe digel piştevaniyê têkilî dayîne, û em ê kêfxweş bibin ku alîkairya te bikin!

Pirsên têkildar

Mijarên din

Hîn alîkariyê dixwazî?

Têkilî digel me dayîne û tîma meya piştevaniya mişteriyan di kêliyekê da dê digel te têkilî dayîne.
Peyamekê bo me bişîne
Copyright Airalo © 2021
  • x