Ez li ku dikarim hejmara ICCID'ya eSIM'a xwe peyda biki?

Dema ku digel kanalên me yên piştevaniyê têkilî dadihînî û derbarê eSIM'a xwe hewcetiya te bi alîkariyê heye, tîma me ya piştevaniyê ji te dixwaze ku hejmara ICCID'yê ya eSIM'a têkildar raber bikî.

Hejmara ICCID'yê kurteya bêjeya "Integrated Circuit Card ID" ye. Ev hejmareke 20 ereqemî ye ku bi 89XXXXXXXXXXXXXXXXXX dest pê dibe û bi hejmareke zêdebarî ya rendom bi dawî dibe. Hejmara ICCID'yê hejmareke taybet di asta cîhanê ye - wajoyeke taybet e ku eSIM card'ê nas dike.

Ger we tune be, Hejmara ICCID ya eSIM dikare ji serîlêdana meya mobîl an malpera me bi şopandina gavên jêrîn were derxistin:

Serlêdana Mobile Airalo:

1. Ji kerema xwe têkeve hesabê xwe yê Airalo'yê (eger te zêdetirî hesabekî li Airalo'yê heye, ji kerema xwe piştrast be ku bi bikaranîna hesabê ku dema kirrîna eSIM'ê te bi kar aniye, derbasî nav sîstemê bibî.)

2. Here My eSIMs (ji kerema xwe piştrast be ku tu bi hesabê xwe yê Airalo'yê ku dema kirrîna eSIM'ê bi kar tînî, ketiye nav sîstemê.)

3. Li eSIM'a têkildar li ser Details'ê bitepîne.

4. Li îkona kopî ya li kêleka Hejmara ICCID bikirtînin

5. Wê li danûstandina nivîskî ya email an chat'ê cihgir bike (paste).

Malpera Airalo'yê:

  1. Ji kerema xwe têkeve hesabê xwe yê Airalo (Ger bi Airalo re ji yekê zêdetir hesabê we hebin, ji kerema xwe piştrast bikin ku hûn bi karanîna hesabê ku we eSIM kirî tê bikar anîn têkevin.)
  2. Here beşaeSIM'ên Min (Ji kerema xwe piştrast be ku tu ketiye nav hesabê xwe yê Airalo'yê ku dema kirrîna eSIM'ê bi kar tînî.)
  3. li ser eSIM-a têkildar hûrgulî bikirtînin.
  4. îkona kopîkirinê li kêleka Nimreya ICCIDbikirtînin
  5. Wê li danûstandina nivîskî ya email an chat'ê cihgir bike (paste).

Eger pirseke te heye, ji kerema xwe bi piştevaniyê ra têkilî dayîne

Pirsên têkildar

Mijarên din

Hîn alîkariyê dixwazî?

Têkilî digel me dayîne û tîma meya piştevaniya mişteriyan di kêliyekê da dê digel te têkilî dayîne.
Peyamekê bo me bişîne
Copyright Airalo © 2021
  • x