Nûvekirin û çawa dixebitin?

Bi nûvekirinê, Airalo vê derfetê dide ku bi awayê otomatîk eSIM'a xwe di dema ku dataya wî xilas dibe da, şarj bike. Vê demê nûvekirin ji bo eSIM'ên xwarê hazir in:

  • Discover (Cîhanî)
  • Discover+ (Cîhanî)

Nûvekirin an jî dirêjîpêdan çawa dixebite?

Nûvekirin dikare di rewşa hewce da were çalakkirin an neçalakkirin.

Dema ku çalak be, pakêtên eSIM'ê ku vê demê wan bi kar tînî, ddema ku dataya te xilas dibe, otomatîk tê nûvekirin. Wateya vêya ev e ku heke te pakêta 1 GB - 7 rojî kirrîbe, her nûvekirin dê pêkhatî ji 1 GB dataya derbasdar ji bo 7 rojan be.

  • Nûvekirina te demekê tê kirrîn ku tenê 10% ji datayê mabe.
  • Pakêta nûvekirî demekê tê çalakkirin ku dataya te xilas bibe.

Haya te jê hebe, ji bo bikaranîna nûvekirinê divê bi awayekî çalakane eSIM'ê bi kar bînî. Eger dataya eSIM'a te pêştir xilas bûbe, yan eger heyama derbasdariya pakêta te bi dawî hatibe, nikarî nûvekirinê çalak bikî.

Ez çawa nûvekirinê çalak bikim?

Dema ku te eSIM'ek kirrî, dikarî bi pêkhanîna babetên xwarê nûvekirinê çalak bikî:

  1. Ji bo eSIM'a têkildarî bihere My eSIMs > DETAILS.
  2. Skrolî beşa RENEWALS bike.
  3. Bişkokê çalak bike da ku ON were nîşandan.

Dema ku dixwazî nûvekirinê neçalak bikî, bişkokê neçalak bike da ku OFF were nîşandan.

Eger heyama derbasdariya min beriya bikaranîna dataya têrê bi dawî bibe çi?

Eger heyama derbasdariyê beriya bikaranîna dataya têrê bi dawî bibe, pakêta te dê neyê nûvekirin. Di vê nimûneyê da, nûvekirin bi awayê otomatîk neçalak dibe.

Eger pakêta min pêkhatî ji têkilî û nivîsê be çi?

Eger pakêtekê bi kar tînî ku pêkhatî ji têkilîya telefonî û peyaman e, tenê di rewşekê da dihê nûvekirin ku te dataya têrê bi kar anîbe. Pakêta nûvekirina te dê pêkhatî ji têkiliya telefonî û peyaman jî be.

Ez çawa ji bo nûvekirinê pere bidim?

Ji bo bikaranîna nûvekirinê hewcetiya te bi karta hilgirtî ji bo peredanê heye. Ji kerema xwe bila haya te jê hebe ku nikarî Airmoney, Apple Pay û PayPal'ê ji bo peredana bo nûvekirinê bi kar bînî.

Eger karta te ya hilgirtî ekspayîr bûbe, em ji bo te hin danezanan ji bo birojkirina karta te dişînin da ku bikarî di têkiliyê da bimînî.

Eger peredana ji bo nûvekirinê neyê pêvajokirin, pakêta te nayê nûvekirin û ti lêçûnek ji te nayê standin.

Eger pirseke te heye yan hewcetiya te bi alîkariyê heye, ji kerema xwe di têkiliyê da be. Tîma me ya piştevaniyê bi awayê 24/7 hazir e û hertim kêfxweş dibe ku alîkariya te bike.

Pirsên têkildar

Mijarên din

Hîn alîkariyê dixwazî?

Têkilî digel me dayîne û tîma meya piştevaniya mişteriyan di kêliyekê da dê digel te têkilî dayîne.
Peyamekê bo me bişîne
Copyright Airalo © 2021
  • x