Gelo ti bername yan malperek destragihîştinê di dema bikaranîna eSIM'ê sînordar dike?

Airalo destragihîştina te bo malper an sepanan sînordar nake. 

Dema bikaranîna eSIM'ê, bi giştî dikarî dest ragihînî malper û sepanên ku berdewam wan bi kar tînî. Halbûkî, hin platform dikarin hin sînordariyan bisepînin ku bandor li destragihîştina te bike. 

Li vir çend hegerên nasyar hebe ku dikarî dema bikaranîna eSIM'a xwe tûşî hin sînordariyên sepan an malperê bibî:

  • Eyarkirinên Proxy'ê: Eger sepan an malper tê derxe ku girêdana te bi rêya servereke proxy'ê hatiye meşandin, dibe ku destragihîştinê asteng bike yan funksyona wê sînordar bike.
  • Protokolên ewlehiyê: Eger kiryarên ewlehiyê yên bikarhatî ji aliyê sepan an malperê va digel şêwaza rêgehbîniyê ya bikarhatî ji aliyê dataya eSIM'ê va nesaz û nakok be, dibe ku destragihîştin were sînordarkirin.
  • Sînordariyê dabînkera cih/xizmetan: Eger sepan an malper tê derxe ku te ji cih an xizmeteke nerêpêdayî dest ragihandiye wê, dikare destragihîştinê asteng bke yan funksyona wê sînordar bike.

Ji ber ku rêgehbîniya dataya eSIM'ê bi rêya "platformeke Roamîng" dixebite, hin sepan an malper dikarin ji ber eyarkirinên wan ên ewlehiyê neyên destragihandin. Ev sînordarî taybetî eSIM'ên Airalo'yê nîne, lê dibe ku sînordariyên potensiyel dema destragihandina bo hin platformên taybet pêk bîne.

Eger dema bikaranîna eSIM'a xwe di destragihandina bo sepan an malpereke taybet da tûşî lêşeyê bûyî, em pêşniyaz dikin ji bo wergirtina alîkariyê digel tîma piştevaniya sepan an malperê têkilî dayînî.

Eger alîkariya pirtir dixwazî, ji kerema xwe digel tîma me ya piştevaniyê têkilî dayîne. Em ê kêfxweş bibin ku alîkariyê bidin.

 

Pirsên têkildar

Mijarên din

Hîn alîkariyê dixwazî?

Têkilî digel me dayîne û tîma meya piştevaniya mişteriyan di kêliyekê da dê digel te têkilî dayîne.
Peyamekê bo me bişîne
Copyright Airalo © 2021
  • x