Gelo ez dikarim eSIM'ekê ji nû va saz bikim?

Na, eSIM bi giştî nikarin dîsan bihên sazkirin. Em bi teqezî pêşniyazê dikin ku eSIM'a ku te hîn biryar nedaye wê bi kar bînî, raneke. 

Dema ku eSIM'ek ji amûra te hat jêbirin, dibe ku dema daxistina wê ya dubare tûşî çewtiyê werî. Ji bo destragihîştina bo networka telefona mobayl li meqseda xwe divê eSIM'eke nû bikirrî, saz bikî û çalak bikî.

Em pêşniyaz dikin dema ku eSIM'ê bi kar nayînî, bi demkî wê neçalak bikî. Ji kerema xwe bila haya te hebe, dema eSIM'a xwe demkî neçalak dikî, heyama derbasdariya te nayê rawestandin.

Çima nabe ku eSIM'a ku hîn dixwazî wê bi kar bînî, jêbibî.

Berovajî SIM Kardên fîzîkî yên kevn ku dikarî wan navbera amûran biguherînî, eSIM girêdayî bi hişkalava amûrê ne û nikarin bi rehetî werin veguhestin an ji nû va werin sazkirin.

Dema ku heyama derbasdariya eSIM'ekê bi dawî dibe yan dataya wê xilas dibe, hema wisa dikarî wê eSIM'ê bi pakêteke datayê ya nû şarj bikî. Ji bo kirrîna şarjê bitepîne ser My eSIMs > TOP UP û pakêta ku dixwazî bikirrî, bibijêre.

Çima dibe ku bixwazî bi demkî eSIM'a xwe neçalak bikî

Neçalakkirina demkî ya eSIM'ê alîkariya te ji bo parastina datayê di dema ku bi awayê demkî eSIM'ê bi kar nayînî dike. Eva her wiha pêşî li mesrefkirina dataya eSIM'a te li paşzemîneyê digire, ku dikare bi awayekî taybet di dema rêwîtiyê da yan dema ku planên dataya te sînordar in, sûdewer be.

Ji bo neçalakkirina demkî ya eSIM'ê li amûrên iOS:

1. Here Settings > Cellular > SIMs.
2. Skrolî eSIM'a têkildar bike û wê bibijêre.  
3. Çalakkirina Vê Xetê neçalak bike.

Ji bo neçalakkirina demkî ya eSIM'ê li amûrên Android:

1. Here Settings > SIM cards & mobile networks.
2. Here bo Manage eSIM eSIM'a têkildar bibijêre.
3. Disable ji danezana “Disable mobile plan” bibijêre.

Ji bîr neke ku neçalakkirina eSIM'ê wê ji bo hertim neçalak nake. eSIM'a te dikeve rewşa neçalak heta wê demê ku wê dîsan çalak bikî. 

Eger derbarê eSIM'a xwe tûşî kêşeyekê bûyî yan pirseke te li ser birêvabirina wê heye, ji kerema xwe digel tîma me ya piştevaniyê têkilî dayîne. Em ê kêfxweş bibin ku alîkariyê bidin te.

Pirsên têkildar

Mijarên din

Hîn alîkariyê dixwazî?

Têkilî digel me dayîne û tîma meya piştevaniya mişteriyan di kêliyekê da dê digel te têkilî dayîne.
Peyamekê bo me bişîne
Copyright Airalo © 2021
  • x