Ez kengî dikarim heman eSIM'ê bi kar bînim?

Dema ku dikarî hema eSIM'ê bi kar bînî:

  • eSIM xwedan bijardeyên pakêta datayê ya şarjkirinê ye ku dikarî bikirrî.
  • Te hîn eSIM'a sazkirî li ser amûra xwe heye.
  • Tu yê eSIM'ê li welat an welatên piştgirîbûyî bi kar bînî

Dema ku hûn eSIMek bikirin, hûn ê bibînin ka vê eSIM-ê pakêtek top-up berdest heye an na. Eger te dil heye dîsan heman eSIM'ê bi kar bînî ji kerema xwe eSIM'ê jê bibe.  Tu dikarî wê sazkirî bihêlî û bi hêsanî di beşa Cellular Data Plans da wê bo OFF biguherînî, dema ku bi kar nayînî. Tu dikarî heta dema ku pakêta dataya şarjê heye, zêdekirina pakêta datayê li eSIM'a xwe bidomînî.  Ji bo zanîna vêya ku çawa eSIM dikare were şarjkirin, vêya bibîne Ez çawa dikarim eSIM'ê şarj bikim? Ji kerema xwe haya te hebe ku tenê dikarî eSIM û dataya xwe ji bo welatê piştgirîbûyî bi kar bînî

Dema ku tu nikarî heman eSIM'ê bi kar bînî:

  • Ti bijardeyeke şarjê tineye.
  • Te dil heye eSIM'a xwe ji bo welatekî ciyawaz ji welatê ku te pêştir bi kar dianî bi kar bînî û nayê piştgirîkirin. 

Eger ti bijardeyek ji bo şarjkirina eSIM'a te tineye, tenê ji bo carekê bikaranînê ye. Dema ku pakêta datayê teva an ekspayîr bû, tu dikarî bi hêsanî eSIM'ê ji amûra xwe jê bibî. [Gelo ez dikarim eSIM'ê ji amûra xwe jê bibim? - Navenda Alîkariyê ya Airalo'yê]

Dema ku tu dixwazî eSIM'a xwe li welatekî din bi kar bînî, ji kerema xwe piştrast bibe ku eSIM û pakêtên dataya te piştevaniya welatê ku diçiyê dike. De na, tu yê nekarî wê bi kar bînî. Wek jêdereke bilez:

  • eSIM'ên xwecî tenê welatekî piştgirî dikin.
  • eSIM'ên navçeyî û cîhanî çend welatan digirin ber xwe.

Eger pirseke te heye, ji kerema xwe digel piştevaniyê têkilî dayîne.<0>

 

Pirsên têkildar

Mijarên din

Hîn alîkariyê dixwazî?

Têkilî digel me dayîne û tîma meya piştevaniya mişteriyan di kêliyekê da dê digel te têkilî dayîne.
Peyamekê bo me bişîne
Copyright Airalo © 2021
  • x