Qasa datayê û heyamên derbasdariyê ji bo pakêtên eSIM'ê çawa dixebite?

Airalo pakêtên eSIM'ê ji bo zêdetirî 200 welat û navçeyî li seranserî cîhanê raber dike — ku her yek xwedan qaseke datayê ne ku dikarî ji bo heyameke demê ya diyarkirî bi kar bînî. Hinek pakêt têkiliyên telefonî û nivîsan jî digirin ber xwe, weke eSIM'ên Cîhanî yên Discover+ ê me.

Heyama demê ku tu dikarî pakêta xwe bi kar bînî, wek heyama derbasdariya wê tê binavkirin. Tu dikarî ji bersivên me bo pirsên pirrpar ên xwarê li ser bikaranîna datayê û heyamên derbasdariyê zanyariyên zêdetir bi dest bînî.

Heyama derbasdariya min ji kengî va dest pê dike?

Heyama derbasdariya pakêta eSIM'a te demekê dest pê dike ku yek ji babetên xwarê biqewime:

  • Dema ku li networkeke piştgirîbûyî li navçeya di bin sîvana wê da dihêyî girêdan
  • Dema ku tu eSIM'a xwe saz dikî

Ji bo pirraniya pakêtên eSIM'ê yên Airalo'yê, heyama derbasdariyê demekê dest pê dike ku eSIM li networkeke piştgirîbûyî were girêdan. Ji kerema xwe piştrast bibe ku te Rêmeşnameya Derbasdariyê ya pakêta xwe seh kiriye — eva alîkariya te dike da ku dema sazkirina eSIM'a xwe plan darêjî.

Tu dikarî bi pêkanîna babetên xwarê Rêmeşnameya Derbasdariyê seh bikî:

  1. Ji bo eSIM'a têkildarî bihere My eSIMs > DETAILS.
  2. Li ser NÎŞANDANA ZÊDETIR bitepîne yan klîk bike.
  3. "VALIDITY POLICY" anku RÊMEŞNAMEYA DERBASDARIYÊ peyda bike — zanyariyên têkildar tên pêristkirin.

Çawa dataya eSIM'ê di heyama derbasdariyê da tên belavkirin?

Dataya hevrê digel eSIM'a te ji bo tevahiya heyama derbasdariyê ye, bi awayê yeksan anegorî rojê nayê belavkirin.

Wek mînak, eger te pakêteke 1 GB a 7 rojê kirrîbe, 1 GB dataya te ji bo bikaranînê di tevahiya 7 rojan heye, ne ku 1 GB data di rojekê da.

Gelo ez dikarim tevahiya dataya xwe di roja yekem a derbasdariyê da bi kar bînim?

Erê, tu dikarî tevahiya dataya pakêta xwe di roja yekem an her rojeke din a heyama derbasdariyê da bi kar bînî. Eger tu nîgeranê bikaranîna tevahiya dataya xwe beriya bidawîhatina heyama derbasdariya xwe yî, dikarî pakêteke şarjê ji bo eSIM'a xwe bikirrî.

Eger tu pakêteke eSIM'ê bi dataya bêsînor bi kar tînî, di heyama derbasdariyê da, dataya te dê neqede. Bi vî halî, dibe ku di rojên ku tu zêdetir ji asteke diyarkirî data bi kar tînî da, lezeke kêmtir tecrube bikî. Ev ast dê di zanyariyên zêdebarî ji bo eSIM'a têkildar da were diyarkirin.

Ez çawa dikarim bikaranîna dataya xwe rêveberî bikim da ku zûtir neqede?

Ji bo pirraniya pakêtên eSIM'ê, tu dikarî ji bo şopandina qasa bikaranîna dataya xwe, serdana eSIM'ên Min li sepana Airalo'yê yan jî wîdgetên Airalo'yê (tenê iOS) bikî. Her wiha dema ku dataya eSIM'a te gihîşte 25% û 10%, tu yê danezana dataya hindik wergirî.

Ji bo pêşîgirtin li bikaranîna zêdebarî ya datayê, dibe ku tu bixwazî ku pêşî li çalakî yan sepanên ku qaseke zêde ya datayê bi kar tînin, bigirî.

Eger dataya min beriya bidawîhatina heyama derbasdariyê biqede, dê çi biqewime?

Eger dataya te beriya bidawîhatina heyama derbasdariyê biqede, dikarî pakêteke şarjê bikirrî. Ji bo kirina vî karî, bo eSIM'a têkildarî, here eSIM'ên Min > ŞARJKIRIN.

Gelo ez dikarim heyama derbasdariya dataya xwe nûve bikim?

Na, ne pêkan e ku tu heyama derbasdariya dataya xwe nûve bikî.

If you have any remaining questions or need further assistance, our support team is available 24/7 — we’re always happy to help.

Pirsên têkildar

Mijarên din

Copyright Airalo © 2021
  • x